Mûxalifên Sûriyeyê xwestin bi desthilatê re rasterast hev bibînin
Mûxalifên Sûriyeyê yên ku dê beşdarî civînên Cenevreyê bibin, diyar kirin ku ew dixwazin rasterast bi desthilata Sûriyeyê re hev bibînin.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li bajarê Cenevreyê yê Swîsrayê, di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de civîn dê pêk bên. Mûxalifên Sûriyeyê dixwazin ku bi desthilata Esadî re rasterast hev bibînin.
Rêvebirê mûxalefetê Salim el-Muslatî ji bo çapemeniyê daxuyaniyek da.
“Em naxwazin ev rûniştin jî wek rûniştinên berê yên li Cenevreyê bin.
“Em vê carê mûzakere û hevdîtinên rasterast digel desthilatê dixwazin.
“Em dixwazin rasterast hev bibînin sebeba vê yekê ew e ku em dixwazin ji demê teserûfê bikin.
“Îran dagirker e”
Muslatî Îran wek dewleteka dagirker binav kir.
“(Îran) nikare wekî ku li Astanayê gotibû bibe garantor."
(YY/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.