Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokomarê Misrê Mûhammed Mûrsî, duh li dadgehê di dema dadkirinê de miriye. Mûrsî yekem Serokomarê Misrê ye ku hatibû hilbijartin.
Kanala televizyonê ya fermî ya Misrê ragihandiye ku dilê Mûrsiyî sekinî ye û miriye.
Dozgeriyê jî aşkere kiriye ku Mûrsî li salona dadgehê, di kafesa taybet de dihate girtin û li wir miriye.
5 sal in ku bi tena serê xwe li hicreyekê dihate girtin
Piştî Abdulfettah El Sîsiyî di 3yê Tîrmeha 2013ê de derbeya leşkerî çê kir û dest danî ser desthilatdariyê, Mûhamemd Mûrsiyê 67 salî hate girtin. Nêzîkî pênc sal in ku Mûrsî bi tena serê xwe li hicreyekê dihat girtin.
Di encama serhildana gel de Husnu Mubarekî dest ji desthilatdariyê berda bû. Mûrsiyê ku endamê Rêxistina Birayên Misilman bû, 30ê Hezîrana 2012ê de ji hilbijartinê bi serkeftî derketibû û bûbû Serokomar.
Nehiştine ku li goristana malbata xwe bê binaxkirin
Abdûllah Mursî, kurê Mûrsiyî aşkere kiriye ku wan xwestiye cenazeyê bavê xwe li goristana malbatê binax bikin lê rayedaran destûr nedaye.
Di vê navberê de Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoganî peyamek belav kiriye û tê de gotiye; “Xwedê rehma xwe li birayê me Mûrsiyî, li şehîdê me bike”.
Birayên Misilman banga komkirinê kiriye
Piştî agahiya mirina Mûrsiyî, Birayên Misilman li ser malpera xwe ya înternetê daxuyaniyek belav kiriye. Di vê daxuyaniyê de bang li endamên rêxistine hatiye kirin û hatiye gotin ku di dema merasîma cenazeyê de kom bibin.
Her weha ji bo endamên xwe yên ji derveyî Misrê jî gotine, li ber balyozxaneyan kom bibin. (PT/FD)