Mûngan bi salan e li ser pirtûka xwe ya bi navê “995 km” dixebite û pirtûka wî wê di 6ê Çiriya Pêşiyê de derkeve.
Nivîskar û helbestvanê navdar ji bo îmzekirina pirtûka xwe wê roja 8ê Çiriya Pêşiyê, li Wêjegeh Amedê wê beşdarî bernameyekê bibe.
Bername saet di 16.00ê de wê bi gotûbêjê dest pê bike û saet di 17.00an de jî Mûngan wê pirtûka xwe ji bo Amediyan îmze bike.
Derbarê “995 km”yê de
Ji metna danasînê
"Vê carê ji Murathan Mungan romana ji cureyê polîsîyeya reş. Kawdaneke wisa sîyasî/psîkolojîk çêdike ku tu tişt ne wekî xuyakirina xwe ye lê ya ku alozî xuya dike jî wekî rojê li aşkere ye. Li pey qehremanekî nepayî ku di wêjeya me de kêmpeyde ye, ji borîroja nêz ya welêt, şopa torên linavhevketî yên nasyar, digerîne. Gava hin girêkan ji hev dike pê re jî hin girêkan çêdike û xwîneran vedixwîne xwendineke ku mirov pê kelebêhnî dibe."
(FD)