Mûrad Demîr wê li Stenbolê konserekê bide
Mûrad Demîr wê 2yê Adarê roja Çarşemê li Arsen Lupen Taksimê konserekê bide.

Mûrad Demîr piştî sê salên din li Taksim Beyogluyê tevî 3 muzîkjenan wê konserekê bide.
Demîr di vê konsera xwe de wê hem stranên xwe hem jî stranên klasîk û gelêrî yên herêma Behdînanê û Botanê bistrîne.
Li gel Demir kemanjen Erdem Altinses, gîtarîst Cenk Şanlioglu û baterîjen Omer Avci dê li amûrên xwe bidin.
Muzîkjen Sîdar Ferîd wê wekî mêvan pêşiyê derkeve ser dikê û stranên xwe bistrîne. Paşê Murad Demir wê konsera xwe bide.
Konser wê 2yê Adarê êvara Çarşemê saet 20:00ê li Arsen Lupen Taksimê pêk were. (FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.