Moody's : 2019ê ekonomiya Tirkiyeyê dê biçûktir bibe
Saziya diyarkirina asta kredîdanê, Moody'sê diyar kiriye ku ekonomiya Tirkiyeyê dê sala 2019ê biçûktir bibe.

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Saziya diyarkirina asta kredîdanê, Moody'sê diyar kiriye ku ekonomiya Tirkiyeyê dê sala 2019ê biçûktir bibe.
Saziyê diyar kiriye ku siberoja beşeka Efrîqayê û Tirkiyeyê neyînî ye. Moody'sê eşkere kiriye ekonomiya Tirkiyeyê di dawiya sala 2018ê de dê diyar bibe ku ji sedî 1,5 mezin bûye. Dawiya sala 2019ê ekonomî dê ji sedî 2 kêm bibe.
Bixwîne - Almanyayê ji YEyê daxwaz kir ku "fişara aborî li ser Tirkiyeyê zêde bikin"
“Herwiha sala 2019ê mezinbûna ekonomiya global jî dê ji salên dî kêmtir be.”
Ji welatên di koma G-20ê de ne, bi tenê ekonomiya Tirkiye û Arjantînê dê kêm bibe.
(HA/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.