Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora xwe ya binpêkirina mafên rojnamegerên jin a meha Sibatê eşkere kir.
MKGyê destnîşan kiriye ku zextên desthilatê yên li dijî rojnamegeran her ku diçe zêde dibin. Di berdewama raporê de hatiye diyarkirin, rojnamegerên jin li aliyekî li dijî zextên îktidarê li berxwe didin û li aliyekî jî li dijî zimanê zayendperest li berxwe didin. Rojnamegerên nûçegîhaniya jin, zarok, xweza û civakî dikin, di meha Sibatê de bi sepanên mîna zext, girtin, darizandin, desteserkirin û birîna ceza rû bi rû man.
Di raporê de MKGyê behsa van xalan kiriye: “Şopandina nûçeyan a rojnamegeran li gelek cihan hat astengkirin, di heman demê de jî êriş li wan hatin kirin. Rojnameger Kîbriye Evren û Selamet Turan jî di nav de 6 rojnameger di 13'ê Sibatê de hatin desteserkirin. Rojnamegerek hat girtin û kiryarên nebaş li 3 rojnamegeran hatin kirin. Li girtîgehê kiryarhen nebaş li girtiyekê hatin kirin. Rojnameger û Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû piştî 10 mehan girtî ma şûnde hat tehliyekirin.”
Hin daneyên îstatîkî yên meha Sibata 2024an a rapora MKGyê de cih girtine ev in:
1-) Binpêkirina li dijî ewlehî û mafê jiyanê yê rojnamegeran
Rojnamegerên hatin desteserkirin: 6
Rojnamegerên hatin girtin: 1
Rojnamegerên kiryarên xerab li wan bûn: 3
Binpêkirina mafên rojnamegerên li girtîgehan: 1
2-) Binpêkirina azadiya xweîfadekirinê ya rojnamegeran
Rojnamegerên derbarê wan de lêpirsîn hatin destpêkirin: 1
Hejmara jinên rojnameger ên girtî (Heta 1ê Adara 2024an): 9
Navên rojnamegerên girtî û peywirên wan wiha ne:
1.Derya Ren - Nûçegîhana JINNEWSê
2.Dîlan Oynaş - Xebatkara Rojnameya Azadiya Welat
3.Elîf Ersoy - Berpirsiyara Karê Nivîsê ya Kovara Yuruyuşê
4.Hatîce Duman - Mudura Karê Nivîsê û Xwediyê Rojnameya Atilimê
5.Ozlem Seyhan - Rojnameger
6.Tulay Canpolat - Nûçegîhana Rojnameya Sabahê ya Enqereyê
7.Selamet Turan - Rojnameger
8.Ozden Kinik - Xebatkara TRTyê
9. Bîrcan Yildirim - Derhênera Weşana BîrcanTV Haber
(FD)