Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), rapora binpêkirina mafên rojnamegerên jin a meha Adarê eşkere kir.
Li gor raporê derbarê rojnamegerekê de lêpirsîn hat destpêkirin, darizandina 10 rojnamegerên jin berdewam dike û 7 jinên rojnameger jî niha di girtîgehan de ne.
Di raporê de weha hat gotin:
"Em wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), binpêkirina mafên kedkdarên çapemeniya azad a meha adarê parve dikin. Di vê pêvajoyê de rojnamegerên hîmên çapemeniya azad in dema xebatên xwe yên pîşeyê bi cih dianîn bi astengiyan, girtinan, êrişên fîzîkî û devkî re rû bi rû man. Me jî ev binpêkirin û gelek binpêkirinên din kirin binê qeydê."
"Kedkarên çapemeniya azad, dema ewlehiya mafê girtina nûçeyan a gel diparastin, bi mekanîzmayên sansur û zextên curbecur ên dixwestin gel ji van mafên wan bêpar bihêlin, rû bi rû man. Binpêkirina mafên di meha adarê de, bi taybet, bi awayê astengkirina faliyetên rojnamegeriyê, desteserkirina kedkarên çapameniya azad û darizandina wan xwe nîşan dide. Ev rewş, wekî astengiya herî mezin a li pêşiya azadiya ravekirinê û azadiya çapemeniyê derdikeve pêş."
Du rojnameger hatin desteserkirin
"Di raporê de analîza hûrgulî ya binpêkirina mafan hatiye pêşkêşkirin. Her wiha em dîsa dixwazin bêjin mafên çapemeniya azad û pîşeya rojnamegeriyê ji bo gelan hêmaneke jêneger e. Êrişên li dijî azadiya çapemeniyê, ne tenê maf û azadiya rojnamegeran di heman demê de maf û azadiya civakê jî sînordar dike."
"Li gor raporê di meha Adarê de 2 rojnameger hatin desteserkirin, 3 rojnameger bi muameleya xerabi re rû bi rû man. Gef li rojnemgerekê hat xwarin û şopandina nûçeyan a rojnamegerekê hat astengkirin. Ev yek pîvana zextên zagonî û fîzîkî yên rojnameger dema karê xwe dikin û pê rû bi rû dimînin, radixe pêş çavan."
Em her binpêkirina mafên kedkarên çapemeniya azad şermezar dikin û daxwaz dikin ku hemû sazî û dezgehên têkildar, ji bo zextên li ser rojnamegeran bi dawî bibe, gavê biavêjin. Rojnamegerî ne sûc e, xizmeteke civakî ye û divê ev xizmet bê astengî dewam bike.