Fotograf: Ajansa Mezopotamya
Partiyên Tifaqa Kurdistanî li Amedê li otêlekê civînek li dar xistine.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyyaê, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çiftyurek, Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Mehmet Kamaç, Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê - Tirkiye (PDK-T) Mehmet Emîn Kardaş, Endamê Meclîsa Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Alî Haydar, Partiya Demokrat a Kurdistanê - Bakur (PDK-Bakur) Sertaç Bûcak, Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Azadî Cemal Sati, Endamê Komeleya Kurdên Demokrat a Şoreşger (DDKD) Halîm Îpek û parlamenterên HDP'ê Îmam Taşçier, Semra Guzel, Nûsrettîn Maçîn û Necdet Îpekyuz beşdarî civînê bûne.
Di navbera civînê de Hevserokê Giştî yê HDPyê Mîthat Sancar daxuyaniya hevpar a hatibû amadekirin xwendiye. Sancarî diyar kiriye ku ew bi armanca li nêrînên partiyên hevbend ên Kurdistanî guhdar bikin hatine cem hev. HDPyê di 27ê Îlonê de danezana xwe aşkere kiribû û piştî wê dest bi hevdîtinan kiribû.
Sancarî bi bîr xistiye ku ew di nava Tifaqa Kurdistanî de ne û ji bo ji bo derfetên xwe yên di dema pêş de ji bo aştî, demokrasî, çareseriya demokratîk a Kurdan û destpêka nû ya demokrasiyê ya Tirkiyeyê, bikin yek, hatine ba hev.
“Wezîfeya me avakirina yekîtiya li dijî şer e”
Sancarî gotiye ku wan bi partiyên kurdî re nîqaşên pir girîng û bi fêde kirine: “Em ê xebatên xwe ji bo avakirina siberojê bi hev re xurt bikin û em pê bawer in ku em dikarin xurtir bikin. Di vê kêliyê de yek ji pirsgirêkên herî zêde zext li Tirkiyeyê tê kirin, pirsgirêka aştiyê ye. Şer weke amûra herî girîng a van polîtîkayan tê bikaranîn. Van demên dawî, em îtirazên şer ji nû ve bi dengekî bilind dibihîzin. Wezîfeya me ya herî girîng ew e ku em niha û yekser yekîtiya herî berfireh a li dijî şer biafirînin. Ji her demê bêhtir pêwîstiya me bi tevgereke aştiyê ya xurt heye. Ji her demê bêhtir pêwîstiya me bi şerekî xurt ê li dijî şer heye.
“Bêguman ji bo mezinkirina vê tevgera mezin a aştiyê li tevahiya Tirkiyeyê em ê bixebitin. Lê ez dixwazim balê bikişînim ser wê yekê jî ku ev der cihê destpêkirinê ye, ev ax e. Ji ber ku polîtîkayên şer li ser axa Kurdan, li Sûriyeyê, li Başûrê Kurdistanê tê meşandin. Ji ber vê yekê, em di wê baweriyê de ne ku herêma kurdan cihê bingehîn ê temaşekirina tevgereke xurt a aştiyê ye. Werin em tevgereke xurt a aştiyê ya Tirkiyeyê ava bikin, lê belê dibe dema me nebe em li bendî vê bisekinin. Heke em li bendê bin, îhtîmaleka xurt wê pir dereng be. Ji ber vê yekê, di serî de pêwîstiya me bi tevgereke xurt a aştiyê ya kurdan heye. Werin em bi hev re tifaqeke kurdan a li dijî şer ava bikin. Em ji vir bi tevlîbûna herî berfireh a li dijî şer dengê herî xurt bilind bikin.
Piştî ku Sancarî bersiv da pirsên rojnamegeran daye, rojnameger derketine derve û civînê dewam kiriye. (FD)