Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Mîthat Sancar û Pervîn Bûldan, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) bi hevserokên bajaran yên partiya xwe re li Enqereyê civiyane û encamên bernameya xwe ya “Em HDPyî ne, li her derê ne” nirxandine.
Mîthat Sancar, Hevserokê Giştî yê HDP di axavtina xwe de weha gotiye, “Zemîna me ya sereke gel e û ji bo ku em bi gelê xwe re nîqaş bikin, bi gelê xwe bişêwirin, fikir û pêşniyazên wan bistînin em bi rê ketin. Me dît ku gelê me li gel hemû zextên giran jî bi biryardarî li HDPê xwedî derdikeve.”
“Niha dema destpêkeke nû ye. Ji bo ku bi desthilata AKP-MHPê bidin windakirin, divê her kes serkeftinê ji bo xwe bike armanc.”
Hevserokên Bajaran ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi kampanyaya bi dirûşmeya “Em HDPî ne, li her derê ne” ji bo ku geşedanên siyasî binirxînin û nexşerêya nû nîqaş bikin, di bin seroktiya Hevserokên xwe yên Giştî Mîthat Sancar û Pervîn Bûldan li Enqereyê li otêlekê civiyan. Sancar di destpêka civînêde axiviye û gotiye: “Me hewl da li her derê bi her beşa civakê re hevdîtinê bikin û heqê dirûşmeya, 'Em HDPyî ne, li her derê ne’ bidin. Me xebateke serkeftî kir. Barê herî giran ê vê xebatê, we xwe da ber.”
‘Gel di xwedî derketina HDPê de bi biryar e’
Sancar, di berdewamiya axaftina xwe de wiha pê de çûye, “Di serê van de meseleya kurd heye. Di meseleya kurdan de çareseriya demokraîk hebûna HDP'ê ye. Di meseleya kurdan de çareseriya demokratîk bi çareseriya hejariyê ya jinan û ciwanan re bûye yek.”
Sancar, derheqê helwesta HDPê ya li ser hilbijartinê jî diyar kiriye ku her kes mereq dike bê ka helwesta HDPê wê çi be û gotiye: “Em ê ji niha û pê de bi saziyên xwe yên din re bicivin, wê Meclîsa Partiyê, Meclîsa Jinan, Lijneya Rêveberiya Navendî, Lijneya Meclîsê re bicivin, şêwra xwe bikin û biryardariya xwe diyar bikin û nêzîkatiya xwe bi deklarasyonekê aşkere bikin. Em ê deklarasyona xwe ku nexşerêya me diyar bike di meha îlonê de temam bikin û bi gelê xwe re parve bikin. Helbet hilbijartin girîng in. Ne tenê em, her kes hay jê heye ku HDP ji hêla siyasî ve hêzeke grîng e. Bi ya me ev hilbijartin derfetek e ku em bi welêt, gelên welêt û civakê bidin serxistin.”
Sancar bi lêv kiriye ku armanca wan a ku bi desthilatê bide windakirin didome û ev peyam daye: "Êdî divê her kes bi rengekî aşkere, ne ku tenê bi wan bide windakirin, serkeftinê jî deyne li ber xwe. Di vê hilbijartinê de em ê rêyên ku bi tevahiya welêt, civakê û gelan bide serxistin ava bikin. HDP ji bo rêveberiya gelparêz amade ye ku xwe bide ber her berpirsyarî yê. Em hilbijartin ji bo vê derfeteke mezin e.”
‘Em amadene Tirkiyeyê bi rê ve bibin’
Sancar, destnîşan kir ku di serdema nû de dixwazin bibin hevparê rêveberiya Tirkiyê û wiha bi dawî kir: “Em amade ne di serî de ji bo kurdan, ji bo gelên Tirkiyê bibin parçeyê aqilê nû yê damezirandêr ê Tirkiyeyê. Bêguman em ê vê pêk bînin. Bi deklarasyona ku meha îlonê em ê par ve bikin, em ê polemîkên siyasî bi dawî bikin. Ji bo destpêka nû aştî bivenevê ye, demokrasî bivênevê ye, dadmendî bivênevê ye. Em ê vê nêzîkatiya xwe hemû beşan bikin. Em ê bang li wan aktoran bikin ku di çareserkirina pirsgirêkan de bibin xwedî rol. Em nikarin vê li navenda partiya xwe ya giştî rûnin û diyar bikin. Em ê ewil bi gel re niqaş bikin û dû re di lijneyên xwe de binirxînin. Niha dema destpêkeke nû ye.”(DŞ/AY)