Mîthat Sancar: HDP ji fikra namzetê hevpar re vekiriye
Mîthat Sancar, Hevserokê Giştî yê HDPê diyar kiriye ku HDP di hilbijartinên serokomariyê de ji fikra namzetê hevpar re vekirî ye û gotiye ku divê beriya navan prensîb û ewlehiya hilbijartinê werin nîqaşkirin.
.jpeg)
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Mîthat Sancar, Hevserokê Giştî ê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) helwesta partiya xwe ya li ser diyarkirina namzeteke hevpar a di hilbijartinên Serokkomariyê de eşkere kiriye.
Mîthat Sancar duh(8ê Îlonê) li Fox TVyê tevlî bernameya Çalar Saatê ku Îsmaîl Kuçukkaya peşkeş dike, bûye.
Sancarî di bernameyê de weha gotiye, “HDP ji fikra namzetiya hevpar re vekirî ye, lê bila niha nav neye nîqaşkirin. Divê di destpêkê de prensîb û ewlekariya hilbijartinê bên nîqaşkirin.”
Sancarî têkildarî deklarasyona ku di 27ê Îlonê de aşkere dike weha gotiye:
"Me di xebatên xwe yên nav gel de ku du meh in didome hilbijartin jî nîqaş kirin. Em ê van nêrînan di lijneyên xwe de binirxîne û ragihînin.”
(KO/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.