Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ji ber nobedariya berpirsiyarîya weşanên Ozgûr Gûndemê, Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya 14. Celal Başlangiçê rojnameger û berpirsê weşanên Ozgûr Gûndemê Înan Kizilkaya dad kirin.
Em îfadeya nivîskî ya Kizilkayayî parve dikin ku wî nekariye di şertên Sîlîvrîyê de xweparastina xwe amade bike.
Ji bo heyeta dadgehê ya berrêz
Di 16ê Tebaxê de polîsên Hêza Taybet bi çekên giran bi ser rojnameyê de girtin. Em digel hevalên rojnameger ji aliyê wan polîsan ve ku digotin ‘’em ê hêza dewletê nîşanî we bikin’’ hatin desteserkirin.
Em wek bêne lînçkirin li erdan hatin xişikandin, dijûn dan me û destên me ji piştê ve kelepçe kirin.
Di otobûsa çevîk-polîsan(polîsên mûdaxeleya bûyerên civakî) de jî li ser karê derbkirinê berdewam bûn.
Ez û berpirsa weşana giştî ya rojnameyê, Bîlîr Kaya li wesayiteka dî hatin sûwarkirin. Di mînîbûsê de tehdîdên wek ‘’em ê we wek Mûsa Anterî bikujin û biavêjin di bîrên asîtan de’’ li me hatin kirin, destên me ji piştê ve kelepçekirî bû û bi wî awayî 7-8 sietan em li wê derê hatin hiştin.
Em ji bo Qereqola Esenlerê hatin birin. Li wê derê 6 rojan ez li cihekê hatim hiştin ku wek sitargeha heywanan bû. Paşê dadgeriya ez ji bo wê hatîm birin biryara girtina min û Bîlîr Kayayê da(22yê Tebaxê)
Di 29ê Tebaxê de dema em ji bo Girtîgeha Cûreyê Fyê ya 9. hatin anîn xerdîyanan bi zorê ez tazî kirim û bi wî awayî ez kontrol kirim. Ez li dijî kontrola tazîkirinê derketim wan destdirêjî heta ku îşkence kir.
Ji wê rojê heta niho bi Bîlîr Kayayê re em di tecrîdê de dimînin. Odeya em lê dimînin sê caran hat guhertin. Her car dema hevdîtina digel malbata me û parêzerên me hat guhertin.
43 roj in ji bo min û Bîlîr Kayayî tenê ji kitêbxaneya girtîgehê sê kitêb hatin dayin û ji me re ji derve kitêbek hatiye.
Ji bo şandina nameyan tê gotin qedexe ye û em têne astengkirin. Dema em binasê(sebebê) wê dibirsin tê gotin OHAL(Rewşa Awate) ye.
Wek derbeya 12ê Îlona 1980yê me mecbûr dikin li dema hejmartinê em li ser pêyan bin. Heke em qebûl nekin zordariya psîkolojîk li me tê kirin.
Ez wek rojnamegerekê hewil didim mafê xwe yê danûstandina agahiyên ji dinyayê bi rojnameyeka didin me bi kar bînim. Digel ku em dixwazin jî rojnameyên Cumhurîyet, Evrensel û BirGûnê ji bo me naynin.
Mafê sohbet, spor(werzîş) û kiriyarên bi hev re bi hêceta Rewşa Awarte têne astengkirin. Me bi tenê radyoyek bi dest xist ku ew bi tenê ji bo TRT 1ê hatiye eyarkirin. em televizyonekê dixwazin lê bi awayekê keyfane nahêlin.
Mafê me yê şandina nameyan hatiye astengkirin. Ji bilî endamên malbatê mafê me ye em bi sê kesên dî re biaxivin lê ji ber ku agahiyên wan li nik me nînin em nikarin wî mafî bi kar bînin.
Sebebên girtina me neheqî ye û ne hiqûqî ye, ew tiştên ku wek sesbebên dadkirina min têne nîşandan karên rojnamegeriyê ne.
Ji ber kiriyarên min ên gihandina nûçeyan, agahdarkirina civakê û tiştên di bin sîwana azadiya xweîfadekirinê de ne, wek sûc tê nîşandan û ji mafên min ên standina agahiyan tê astengkirin.
Ji ber wan şertên ku min îfade kirine ne amadekirina xweparastinekê parastina derûnîyê(psîkolojiyê) jî zehmet e.
Ji ber vê yekê ji bo ez xweparastina xwe amade bikim dixwazim wext ji bo min bê dayin.
Rêz û Hirmet
Înan Kizilkaya(ÎK/BA/MB)