Mîlyon û 32 hezar û 610 ciwan wê cara yekem dengê xwe bidin
Ji 61 mîlyon û 441 hezar û 882 hilbijêrên tomarkirî yên ku dê di hilbijartinên 31ê Adarê de dengê xwe bidin, ji sedî 50,59ê wan jin in û ji sedî 49,41ê wan jî mêr in.

Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ji bo hilbijartina herêmî ya ku wê di 31ê Adarê de bê kirin hejmara hilbijêran eşkere kir.
Li gorî daneyên YSKê; Di vê hilbijartinê de mîlyon û 32 hezar û 610 ciwanên ji 18 salî mezintir wê cara yekem dengê xwe bidin.
YSKê aşkere kir ku hejmara hilbijêrên tomarkirî 61 milyon û 441 hezar û 882 e.
Ji hilbijêran ji sedî 50,59 jin û ji sedî 49,41 jî mêr in.
Di Hilbijartina Serokomariyê ya ku di 28ê Gulana 2023an da hat kirin de hejmara hilbijêrên li welêt wek 60 milyon û 771 hezar û 236 hat diyarkirin.
(RT/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.