Mîkaîl Aslan wê li çar bajaran konseran bide
Hunermend Mikaîl Aslan wê li Amed, Sêrt, Êlih û Siwêregê konser bide.

Hunermendê Kurd Mikaîl Aslan wê di bin navê "wê awazên me bêdeng nebin" de konseran bide.
Destpêkê Aslan wê di 16ê Hezîranê de li Baroya Sêrtê derkeve ser dikê. Piştre di 17ê Hezîranê de li Baroya Êlihê, di 18ê Hezîranê de li Amedê li bexçeyê avahiya Zarok Mayê û herî dawî di 19ê Hezîranê de jî wê li Navenda Çandê ya Siwêregê derkeve ser dikê û konseran bide.
Di tûrneyê de wê Cem Erdost Îlerî, Olcay Bozkûrt û Sîtar Sertaç Şanli jî wê bi Aslanî re derkevin ser dikê. (AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.