Mîhrîcana Fîlman a Yilmaz Guneyî şeş salan li bajarê Êlihê hatibû pêkanîn. Ev du sal bûn ku mîhrîcan nedihat pêkanîn. Mîhrîcana 7. dê di 27-29ê Nîsanê de dîsa li Êlihê bê pêkanîn.
Komeleya Sînemayê ya Rojhilata Navîn dê mîhrîcanê pêk bîne. Komeleya navborî di bangnameya xwe de cih daye van gotinan.
“Heta niha ev şeş car e ku me li ser navê Yilmaz Guneyî mihrîcana fîlman li dar xistiye, piştî du salan ligel van hemû şert û mercên xirab ên ku erdnîgariya me tê de bû jî, em dîsa ji nû ve mihrîcana fîlman a Yilmaz Guney bi sînemahezan re tînin gel hev.
"Qeyûmî mihrîcan sekinand"
“Aborî jî tê de hemû piştgirîya mihrîcanê ji aliye Şaredariya Êlihê ve dihat kirin, bi xespkirina vîna gel re ew qeyûmê ku cihê şaredar girtî, hemû piştgiriya mihrîcanê hat sekinandin.
“Ew hêlîn û cihê Mihrîcana Yilmaz Guney, ji hêla dest û hêzên qirêj ve bi awayekî hovane Sînemaya Yilmaz Guney hat şewitandin, piştî wê tehemmul nekirina wî navê Yilmaz Guney, ji hêla qeyûm ve bi niyeta “çêkirina ciyekî nû” hate xera kirin.
“Ew sînemagerê berz û têkoşer ê ku em li ser navê wî mihrîcana fîlman li dar dixin, me ji wî mîrateyek dewr girtiye. Çi gotibû gava ku ji welatê xwe bi hezaran kilometre dûr bû: “Em ê bi ser kevin, teqez em ê bi ser kevin.”
“Em hemû gel û sînemageran, dawetî lê xwedî derketina vê mîrate û emaneta ku Yilmaz Guney ji me re hîştiye, dikin.
“ Mihrîcana Fîlman a Yilmaz Guney a 7em, hemêza xwe ji hemû fîlman re vedike, ji bo ligelhevmayîna kedkarên sînemayê, ji bo hilberîna bi hev re û ji bo bi bîr xistina bedewiya parvekirinê careke din ji wî gewdeyê xwe yî ku hatibû şewitandin ji nû ve zîl dide.”
(MB)
Bixwîne - Doza "propagandayê" li derhênerên filmê Bakur hat vekirin