Waliyê Agiriyê Suleyman Elbanî di daxuyaniya xwe ya nivîskî da gotiye mihrîcan wê di navbera 3-5ê Cotmehê da çêbibe û ji bo wê amadehî tên kirin.
Elbanî gotiye armanca wan ew e ku manewiyata Ehmedê Xanî bigîhîje nifşên nû û wiha axivî:
"Ji bo ku alimê Îslamê, mutasawif û edîp Hezretî Ehmedê Xanî li giştiyê welêt bê bibîranîn, alema wî ya fikr û baweriyê bigîhîje nifşên nû walîtiya me di navbera 3-5ê Cotmehê da wê 3yemîn Mihrîcana Çand, Turîzm û Hunerê ya Ehmedê Xanî li dar bixe. Emê mihrîcanê li ber Tirba Ehmedê Xanî bi mewlîda şerîf va bidin destpêkirin.
Çalakî wê li Qesra Îshaq Paşa çêbibin
Elbanî di heqê çalakiyan da got ew ê li Qesra Îshaq Paşa çêbibin, di stantên bên avakirin da jî hosteyên hunerên destan wê hunera xwe nîşan bidin, konser jî wê çêbibin.
Walîyî gotiye roja ewil dengbêj wê kilaman bibêjin, ji bo ku ciwan jî eleqeyê nîşanî mihrîcanê bidin koma muzîkê Kolpa jî wê konserekî bide.
Zanîngeha Îbrahîm Çeçenî wê sempozyumekê pêk, ji hundir û dervayî Tirkiyeyê 150 akademîsyen wê beşdarî sempozyumê bibin.
(MB)
*Çavkanî: Türkan Tosun | AA