Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li navçeya Bismîlê ya Diyarbekirê, bi rêûrismeka şaredariyê amade kirî miftîyê navçeyê zewaca bûk û zavayekî çêkir lê Berpirsiyarîya Diyanetê ya Tirkiyeyê eşkere kir ku miftî ji bo çêkirina zewacê nehatine erkdarkirin.
Diyanetê da zanîn:
“Ne mûmkin e ku ji beriya Wezareta Karên Navxweyî miftîyan erkdar bike, ew bikarin zewaca fermî çêbikin.”
Di 15ê Çiriya Paşiyê de miftîyê Bismilê Ahmet Dûrmûşî zewaca fermî ya bûk û zavayekî çêkiribû.
Şaredarê qeyûm yê navçeyê, Tûrgay Gûlençî eşkere kiribû yekem şaredariya ku miftîyekî lê zewaca fermî çêkiriye şaredariya Bismilê ye.
Şaredarî gotibû:
“Diyanetê em ji bo vê yekê erkdar kirine. An na ne mimkin e em zewaceka ne qanûnî çêbikin.”(ÇT/MB)