Midaxele li çalakiya Heskîfê hatiye kirin
Polîs û leşkeran îdia kiriye ku slogana “Heskîf dîrok e, xwedî li dîroka xwe derkeve” qedexe ye û nehiştiye çalakiya ji bo Heskîfê pêk bê. 10 kes hatine desteserkirin.

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polîs û leşkeran midaxele li çalakiya Heskîfê ya Endamên Meclîs Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kiriye û herî kêm 10 kes desteser kirine. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Ayşe Acar Başaran, Parlamentera HDPyê ya Êlihê û endamên Meclîsa Ciwanan a HDPyê û endamên Koordînasyona Heskîfê yên Amed û Êlihê serdana cihen dîrokî yên Heskîfê kirine.
Polîs û leşkeran kom dorpêç kirine. Koma ku ji herêma dîrokî çûye navçeyê, slogana “Heskîf dîrok e, xwedî li dîroka xwe derkeve” avêtiye.
Leşker û polîsan gotiye, ev slogan qedexe ye û midaxele li wan kiriye. Herî kêm 10 kes bi derbeyan hatine desteserkirin. (EMK/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.