Di nav zimanên Microsoftê de êdî kurmancî û soranî hene.
Li gor nûçeya malpera Ortadogunewsê Microsoftê kurmancî û soranî jî li nav zimanên xwe yên wergerê zêde kirine.
Di nav sepanên Microsoftê de, sepanên wek Kurdish Translator sala 2018ê hatibû weşandin.
Amed Çeko Jiyan herweha çêkerê klavyeya kurdî ji bo kompîterên Macbookê ye, ji Ortadogunewsê bi Murat Bayramî re axiviye û diyar kiriye ku perspektîfa şirketên mezin ji bo kurdîyê guherîye û ji dewletan wêrektir in.
"Bêguman biryar li gor berjewendiyan in"
Amed Çeko Jiyanî derbarê mijarê de ev tişt gotine:
“Em dizanin ku Microsoftê berê ti xizmeteke bi kurmancî nedida. Li gel ku Microsoftê pergala Windowsê bi soranî çêkir û belav kir, tiştekî wisa ji bo kurmancî nekir.
“Xuya ye piştî ku Google û Facebookê li gel soranî bi kurmancî jî xizmeta wergerandinê da, Microsoftê biryara xwe guhert û dest bi xizmeta wergerandina kurmancî kir. Ev gaveke gelekî girîng e.
“Ez bawer dikim ev ê rê li gelek pêşketinên din veke.
Wergera mekîneyan
"Bi raya min, ji ber ku êdî 'hene ji qumaşê re xerîdar' Microsoftê dest bi xizmeta wergerandina kurmancî jî kir. Bêguman hemû şirket wekî hemû dewletan biryarên xwe li gorî berjewendiyên xwe didin.
“Lê wekî xuya dibe, şirket ji dewletan wêrektir in.
"Niha di bazara înternetê de stêrka wergera makîneyî ku bi înglîzî dibêjinê “Machine Translation” geş dibe. Niha mezintirîn wergera makîneyî ya Googleê ye ku xizmeta wergerandinê difiroşe Twitterê û gelekên din.
Beşek bi dildarîyê ye
"Ev şirketên navborî karê xwe yê li ser kurdî bi perê xwe bi şirketên wergerandinê yên navneteweyî didin kirin.
"Lê Google ku yek ji şirketên herî mezin e, li gel ku beşeke vî karî bi perê xwe dide kirin, beşeke din bi dildaran dide kirin.
"Dildarên kurdî jî di bin navê Crowdsource Kurdish (Kurmanji) de civiyane. Wergerandina makîneyî di serî de di asta zarokekî hê nû fêrî axaftinê dibe de bû lê bi saya vê komê roj bi roj çêtirî kurdî fêr dibe û kalîteya wergerandina ji kurdî û li kurdî bilindtir dibe.
Amazon jî xwe amade dike
"Ev pêşketin û gelek pêşketinên din ku dê di salên pêş de haya raya giştî ji wan çêbe nîşaneyên hindê ne ku stêrka kurdî bi taybetî ya kurmancî sal bi sal geştir dibe û her ku em kurd li zimanê xwe xwedî derkevin û girîngiyê bidin zimanê xwe, ev şirketên navneteweyî jî dê girîngiyê bidin zimanê me." (FD)