Hejmara duyem a Kovara Kundê hatiye çapkirin. Di vê hejmarê de amadekarên kovarê, dosyayek li ser helbestvan Berken Berehî amade kirine. Di dosyayê de Rêdûr Dîjle hevpeyvînek bi Berken Berehî re kiriye. Nirxandinên Evdal Baqî, Bûrhan Tek, Bajar Mîrzeman, Umran Aran û Merdan Newayiyî yên li ser helbest û helbestvaniya Berehî nivîsên din ên vê dosyayê ne.
Amadekarên Kovarê bi van gotinan sedema amadekirina dosyaya Berken Berehî nîşan didin: “Êdî navê Berken Bereh û gotina kurdî bûne yek, heger robarek kurdî biherike li wir, ew ji dilê Berken Bereh diherike. Em jî xwe didin ber hênikahiya wî robarî, ji ava wî vedixwin, gemara ruhê xwe li ber wî dişon. Ew robar ê her û her biherike.”
Hejmara nivîsên jinan zêdetir bûne
Li gorî nivîsa edîtor a di kovarê de hatiye belavkirin, di vê hejmarê de hejmara nivîsên ku jinan nivîsandine zêdetir bûne. Dîsa hin beşên nû weke “portre”, “sînema”, “muzîk”, “gernameyek” û çendên din li Kundê zêde bûne.
Nivîsa edîtor | |
Merheba xwînerên kurdî yên ezîz. Kund bi hejmara xwe ya duyem di destê we de ye. Nuha kêliya ku ev nivîs tê nivîsîn çapa hejmara yekem (1000 lib) li ber qedandinê ye. Ev yek di dewreke wisa xerab de ji bo kovargeriya kurdî û nivîsa kurdî bûyereke mezin e. Ev eleqe û ev hezkirina we ya ji bo Kundê hem me serbilind dike hem jî berpirsyariya me zêdetir, barê me girantir dike. Em gelekî spas dikin û em ê hewl bidin liyaqî we bin û heta ji me bê baş bixebitin. Vê hejmarê me li gor rexneyên ji xwîneran hatî, hewl da mîzanpaj û sêwirandineke dînamîktir derxin holê. Ji ber ku bêtir jinan ji Kundê hekir, me hewl da cihê wan tê de zêde be. Di hejmara yekem de tenê çar navên jinan hebûn, vê hejmarê yazdeh jinan ji bo Kundê nivîsî. Ev jî ji bo piyaseya nivîsa kurdî jimareke gelekî baş e û em hêvî dikin baştir bibe. Vê hejmarê beşine nuh ên wek "portre", "sînema", "kitêb", "muzîk", "gernameyek", "youtuber" û "foto"yê li Kundê zêde bûn. Me hewl da di nav edebiyatê tenê de nemînin û cih bidin beşên din ên hunerê jî. Wek encama vê yekê beşên "sînema", "muzîk", "foto" derketin holê û me di beşa "taybet" de cih da Bîenala Mêrdînê ya Çaran. Ji vê hêlê de me guh da rexneyên xwîneran yên derbarê kêmbûna beşên din ên hunerê de û me ev kêmanî hinekî temam kir. Di beşa "sînema"yê de em ê cih bidin rexne û nirxandinên li ser fîlman. Di beşa "muzîk"ê de jî em ê cih bidin rexne û nirxandinên di vî warî de. Di beşa "foto"yê de em ê cih bidin fotogiran an organîzasyonên fotogiriyê û fotoyê wan ku vê hejmarê Rografê cihê xwe girt. Di hejmara sêyem de em ê hewl bidin cih bidin nivîsarên di warê şêwekarî û şanoyê de jî. Beşa "gernameyek"ê ji bo wê yekê hatiye veqetandin ku nivîskarek dîmenekî bajarekî pêşkêşî xwînerên Kundê bike. Beşa "portre" cih dide dîmenekî ji jiyan û karaktera şexsiyetên mezin ku ev beş bi nivîsên birêz Ciwanmerd Kulek derketiye holê. Beşa "kitêb"ê ji bo wan nivîsan e ku li ser kitêbekê tenê hûr dibin, çi danasîn, çi nirxandin, çi rexne bin. Em ê di her hejmarekê de di beşa "youtuber"ê de bi pirs û bersivan cih bidin yek ji youtuberên kurd. Me vê hejmarê dosye li ser ustadê helbesta kurdî, Berken Bereh amade kir. Dosyeya hejmara sêyem dê li ser Ferhad Pîrbal be. Dema dawî ya nivîs şandinê 10ê Îlona 2018an e. Çi ji bo dosyeyê be, çi ji bo beşeke din be em li benda nivîsên we ne. Kerem bikin Kund kovara we ye, ne tenê jê re binivîsin, şêwe jî bidinê... |
(FD)