Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Mesut Yilmaz, yek ji serokên berê yê Tirkiyeyê û serokê giştiyê Partiya Anavatanê (ANAP) li nexweşxaneyê koça dawî kiriye. Yilmaz demeke li nexweşxaneyê dehate dermankirin.
Di Çileya sala borî de kontrola tenduristiyê ya rûtîn ya Yilmazî hatibû kirin û di pişika wî de tumor hatibû dîtin. Di 23yê Çileya 2019an de operasyonek hatibû kirin û tumora penceşêrê hatibû paqij kirin.
Gulana 2020an di mêjiyê Yilmazî de tumor hatiye dîtin. Yilmazî piştî emeliyatê dihate dermankirin. Yilmaz 74 salî bûye.
Li Dîwana Bilind hatibû darizandin
Mesut Yilmazê ku 1947an de li Stenbolê ji dayik bûye, sala 1983an de li Rîzeyê wek parlementerê ANAPê hatiye hilbijartin. Yilmazî, wezîrtî û serokwezîrtî kiriye. Sala 2004an de di dîrokê de bûye yekem serokê ku li Dîwana Bilind hatiye darizandin. (EMK/AY/FD)