Mesûd Geverî “Payîzok”ek ji Colemêrgê straye. Stran straneke gelêrî ye û Mesûd Geveriyî berhev kiriye. Çavkaniya stranê Sabrî Biyadirî ye ku ev stran li Colemêrgê tê strîn.
Xebat Aşmiyî muzîk jê re amade kiriye û di stranê de sûd ji denge çeloyê hatiye wergirtin.
Di stranê de çîroka evîneke cihêbûnê heye û behsa xwestekên derengmayî dike.
Mesud Gever sala 2019yan klîba xwe ya bi navê Ronahî, sala 2022yan jî Narînkek weşandiye. Herwiha wî li gel Kerîmê Jîrkî sala 2022yan albûma Yar Dilo weşandîye.
Wek perwerdekar li Akademiya MA Muzîkê li ser çanda dengbêjiyê perwerdeyê dide.
Di operaya kurdî ya Toscayê de karakterê Spolettayê lîstiye.
Kom Muzîkê stran weşandiye û her weha ji bo stranê vîdeo klîpek jî hatiye kişandin.
Derhênerên klîbê Vedat Atli û Arîf Aslan in. (FD)