Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê wê îro serdana Tirkiyeyê bike.
Îbrahîm Kalin, Berdekvê Serokomariyê di 28ê Çiriya Pêşiyê de aşkere kiribû ku wê Mesrûr Barzanî serdana Tirkiyeyê bike. Lê Serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê ev serdan piştras nekiribû. Di heman demê de ji ber operasyona Tirkiyeyê ya li ser Rojavayê, ji Herêma Kurdistanê gelek kesan li ser medyaya civakî bang li hikûmeta Herêmê û Mesrûr Barzaniyî kiribûn ku serdana Tirkiyeyê neke.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, çavlirêye ku Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo serdaneke fermî wê were Tirkiyeyê û bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karûbarên Derve Mevlût Çavûşoglû bicive.
Çavûşoglû wê pêşwaziya Barzaniyî bike
Serokwezareta Herêma Kurdistanê diyar kiriye ku Mesrûr Barzanî wê saet di 13.30 deqîqeyan de bigihêje Enqereyê û wê Mevlût Çavûşoglû, Wezîrê Karûbarên Derve pêşwaziya wî bike. Piştî civîna bi Çavûşoglûyî re wê civîneke çapemeniyê li dar bixe.
Her weha wê saet di 17.00ê de jî Mesrûr Barzanî, serdana Recep Tayyîp Erdogan, Serokomarê Tirkiyeyê bike. (FD)