Meşa Mezin a Azadiyê" ya ji bo azadiya Rêberê PKKê Abdullah Ocalanê ku li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîdê de ye û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, li Qers û Wanê di roja duyemîn de berdewam dike.
Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk di çarçoveya meşê de çûn serdana cihê ku di sala 1993an de li navçeya Dîgor a Qersê 17 kes hatin qetilkirin. Çalakvanan piştî deqîqeyek rêzgirtinê li cihê Komkujiya Dîgorê qurnefîl danîn.
Gihîştin Colemêrgê
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê a Gelan(DEM Partî) ya Şirnexê Newroz Uysalê got, "Di sala 1993an de li vir qetlîamek pêk hat û 17 mirovên me hatin qetilkirin. Dîroka Komarê li ser qetlîaman ava bûye. Em bi salan e li hemberî qetlîaman têkoşîna jiyanê didin."
Çalakvan piştre ber bi navçeya Tozan a Îdirê ve meşiyan.
Şaxa Wanê ya meşê îro gihîşt Colemêrgê. Heyeta ku ji Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parlamenterên DEM Partiyê û saziyên sivîl pêk dihat, piştî Şemzînanê derbasî Geverê bûn.
Meş wê di 15ê Sibatê de li gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye bi dawî bibe. (TY/AY)