“Meşa Mezin a Azadiyê” ya ji bo azadiya Rêberê PKKyê Abdûllah Ocalanî û çareseriya pirsgirêka kurdan, îro li Wan û Qersê dest pê kir. Çalakî wê heta 15ê Sibatê dewam bike.
Beriya çalakiyê, li her du bajaran civînên çapemeniyê hatin li dar xistin. Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan, tevî parlamenterên partiya xwe û nûnerên rêxistinên civaka sivîl beşdarî civîna li Wanê bûn.
“Divê pirsgirêka kurd êdî were ser masê”
Bakirhanî behsa encamên pirsgirêka kurdan kir:
“Kurd gelekî cuda ye, zimanekî wan ê cuda heye. Bi hezaran sal in li ser vê erdê dijîn. Yek ji avakarên esasî yên Komarê ne. Di dema avakirina Komarê de bi canê xwe, bi xwîna xwe piştgirî daye avakirina vê Komarê, tevkarî kiriye.
Divê sedsala duyem nebe weke sedsala yekem. Divê êdî pirsgirêka kurdan bi rengekî cidî were ser maseyê û bi rêya diyalog û muzakereyan bikeve rêya çareseriyê. Niha hûn dikarin bipirsin bê ka wê çareseriya vê pirsgirêkê çawa be; bele, çareseriya vê pirsgirêkê gelekî hêsan e.
Gelê kurd êdî di rêvebiriyên xwe de, muxatabên xwe ava kirine. Di pirsêrêka kurdan de, muxatabên kurdan bi rengekî gelekî zelal li holê ne. Di pêvajoya derbasbûyî ya çareseriyê de, ji bo çareseriya pirsgirêka kurdan îradeyeke gelekî cidî danîn holê.”
Bakirhanî her weha got ku çareseriya pirsgirêka kurdan ji Rêberê PKKyê Abdûllah Ocalanî derbas dibe û “Ocalan sergotûbêjker e.”
Piştî civîna çapemeniyê, koma ku hevserok jî di nava wan de meşiyan. Polîsan li ber otela çalakvan lê ne barîkat danîn. Piştî hevdîtinan, barikat hatin rakirin. Heyet ji rêyên cuda ber bi Parka Aştiyê ya Mûsa Anterî ve meşiya.
Di dema meşê de serekê polîsan gelek caran got; “Ez bang li koma li ser kolanê dikim, çalakiya meşê ya hûn dikin li dijî qanûnan e.”
Li Qersê jî çalakiyê dest pê kir
Li Qersê jî Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Hevseroka Giştî ya Pariya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Ûçar û Hevserokê MED TUHAD-FEDê Kerem Canpolat beşdarî civînê bûn.
Piştî ku Parlamentera DEM Partiyê Newroz Ûysalê daxuyaniya nivîskî xwend, heyete dest bi meşe kir. Meşa navborî wê di 15ê Sibatê de li gundê Amarayê yê Xelfetiya Rihayê bi dawî bibe. Rêberê PKKyê Abdûllah Ocalan li gundê Amarayê ji dayik bûye. (RT/FD)