Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li Almanyayê 3 hefte ji hilbijartinên giştî re mane. Beriya vê demê Seroka Yekîtiya Demokratên Xristiyan û Serokwezîr Angela Merkel û Serokê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) û namzetê serokwezîriyê Martîn Schulz di programeke televizyonê de hatin beramberî hev.
Li gorî nûçeya Deutsche Welleyê bername di heman demê de di kanalên ARD, ZDF, RTL û SAT1ê de hatiye weşandin û yek ji mijarên ku hatiye rojevê Tirkiye bû.
Merkelê li ser pirseke derbarê girtina 12 hemwelatiyên Almanyayê ji hêla Tirkiyeyê û helwesta Almanyayê de destnîşan kir ku ew ji bo azadbûna hemwelatiyên Almanyayê yên di girtîgehên Tirkiyeyê de di nava hewldanê de ne.
Merkelê diyar kir ku Tirkiye “bi lezeke ku bêhnê diçikinîne ji hemû karakterên demokratîk dûr dikeve” û got ku dibe guvaşa aboriyê ya li ser Tirkiyeyê zêdetir bibe.
Merkelê bibîrxist ku wê nûkirina peymana Yekîtiya Gumrikê ya bi Tirkiyeyê re pesend nekiriye û ew alîgirê cemidandina alîkariyên darayî ye. Merkelê got ku “Lê ev gaveke wisa ye ku divê pir baş li ser bifikirin” û wiha axivî: “Gelo em ê deriyî bigirin an Tirkiye, em ê vê bibînin”.
“Heke ku bibim Serokwezîr ez ê gotûbêjan bidawî bikim”
Merkelê destnîşan kir ku ew dixwaze bidawîkirina gotûbêjên endamtiya Tirkiyeyê bîne rojeva Yekîtiya Ewropeyê.
Serokê Giştî yê SPDyê Martin Schulzî jî diyar kir ku hek bê hilbijartin ew ê pêşniyara bidawîkirina emdamtiya Tirkiyeyê li Yekîtiya Ewropayê (YE) bike. (YY/FD)