Infografîk: Yağmur Karagöz
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gorî nûçeyên ku bianetê ji rojname, ajans û malperên nûçeyan ên herêmî û netewî kom kirine; mêran di meha Tîrmehê de bi kêmanî 28 jin û zarokekî kuştine.
Di meha Tîrmehê de mirina bi kêmanî 14 jinan di çapemeniyê de weke mirinên bigûman hatine nivîsîn. Ew bajar ev in: (Semsûr (2), Aydin (2) Antalya (1), Kastamonu (1), Ezirgan (1), Stenbol (2), Mûgla (1), Kocaelî (1), Edirne (1), Riha(1), Sakarya (1)).
Mêran tundkarî bi kêmanî li 64 jinan kiriye, bi kêmanî 16 zarokên keç îstîsmar kirine, di nava wan de zarokên kur jî hene, tacîz bi kêmanî li 17 jinan kiriye, 12 jin neçarî karkeriya seksê kirine.
BITIKINE-Raporên tûndkariya mêran
2021-2022
Di çar heft mehên destpêkê yên sala 2022ê de mêran, 191 jin kuştine, tacîz li 89 jinan kiriye, 163 zarok îstîsmar kirine, tecawiz li 20 jinan kiriye. Mêran bi kêmanî 363 jin neçarî karkeriya seksê kiriye, tundkarî bi kêmanî li 455 jinan kiriye û ew birîndar kirine. Di heft mehên destpêkê yên vê salê de çapemeniyê ji bo mirina 119 jinan gotiye ku "bigûman e". Mêran di van heft mehan de bi kêmanî 23 zarok kuştine.
Di heft mehên destpêkê yên sala 2021ê de mêran, 174 jin kuştine, tacîz li 78 jinan kiriye, 85 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 491 jinan kiriye, tecawiz li 62 jinan kiriye. Bi kêmanî 409 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Di heft mehên destpêkê yên sala 2021ê de, çapemeniyê ji bo mirina 131 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran di van heft mehan de bi kêmanî 15 zarok kuştine.
Kuştin
Mêran di meha Tîrmehê di bi kêmanî 28 jin kuştine; par di heman mehan de ev hejmar 24 bû. Her weha mêran bi kêmanî sê mêrên ku li cem jinan bûn jî kuştine.
Jineke ku mêran ew kuştiye, ozbekistanî bû. Mêran digel ku biryara "parastin" an jî "dûrxistinê" jî, bi kêmanî pênc jin kuştine.
Navên jinên ku di Tîrmehê de mêran ew kuştine Birgül BÇ., Derya Tekin, Döndü S., E.B., Elif Güneş, Emine Y., Esra Altınkaynak, Esra Yamak, Ezgi Ö., Fatma Ö., Güllü S., Gülperi Aksoy, Huriye B., Kader D., Nedime Dinçer, Nurcan Orman, Nurgül Gülsoy D., Nuriye M., Nurten O., Öznur Tufan, Pınar Damar, R.D.A, Servet Bakırtaş, Sojida Kalandarova, Sultan P., Tülay E., Yasemin Çedik, Zeynep T. |
Mêran li van bajaran jin kuştine Enqere (1), Balıkesir (1), Bursa (1), Denizli (4), Amed (1), Eskişehir (1), Isparta (1), Stenbol(8), İzmir (3), Kirşehir (1), Kocaeli (1), Konya (1), Mersin (1), Mûgla (1), Tekirdağ (1), Yozgat (1). |
Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran bi çi "hêcetan" 17 jin kuştine. Mêran 10 jin ji ber ku xwestine veqetin an jî nexwestine li hev bên, kuştine. Mêran jinekê kî ji ber ku keça wê “xwestiye cihê bibe” kuştiye.
Hevjîn, hevjînên berê na jî destgirtiyên 18 jinan, heval , kur, bira, zava û xizmên din ên 6 jinan ew kuştine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka çar mêrên ku çar jin kuştine nas e an nenas e.
Mêran 15 jin li nava malan, 6 jin li kargeh, daristan, kolan, nexweşxane û deverên weke wan kuştine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran heft jin li ku kuştine.
Mêran 21 jin bi çekên guleber, jinekê fetisandinê, çar jin jî bi kêr û yên weke wê, jinekê bi asîdê û jinekê jî bi lêdanê kuştiye.
Pêvajoya hiqûqî Ji 28 faîlên ku jin kuştine, 11 jê hatine girtin. 10 faîlan xwe kuştine. Du faîl hatine desteserkirin. Faîlek reviye. Çapemeniyê rewşa hiqûqî ya çar faîlan nenivîsiye. |
Tundkariya li zarokan
Mêran di meha Tîrmehê de zarokekî kuştiye.
Du zarokan aşkere kiriye ku li Eskîşehîrê zirbavê wan tûndkarî li wan kiriye. Li Edene û Qersê du mêran tûndkarî li zarokên xwe kirine.
Bav zarokekî xwe kuştiye.
Navê zarokê ku hatiye kuştin Yîgît D. Mêran li van bajaran zarok kuştine |
Mersîn(1) Pêvajoya hiqûqî Faîl xwe kuştiye |
Êrîşa zayendî /Tecawiz
Bi qasî ku çapemeniyê nivîsiye, di meha Tîrmeha 2022an de mêran bi kêmanî tecawiz li pênc kiriye. Par heman mehê ev hejmar heft bû.
Jinekê du xizmên wê yên mêr, jinekê destgirtiyê wê û jinekê jî hevalê wî tecawiz lê kiriye. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka 2 mêrê ku tecawiz li du jinan kiriye kî ye.
Mêran li nava malan tecawiz li du jinan, li pansiyonê sê jinan û li qadên derve yên weke market û kargehan tecawiz li jinan kiriye.
Ji jinên ku mêran tecawiz lê kiriye jê yek welatiya Tirkiyeyê nebûye. Jinekê astengdar bûye.
Bajarên ku mêran tecawiz li jinan kiriye Stenbol (2), Edene(1), Denîzlî(1) Mûgla(1) |
Pêvajoya hiqûqî Şeş faîl hebûne ku tecawiz li jinan kirine. Tenê sê faîl hatine girtin. Faîlek serbest bûye. Derbarê faîlek de doz vebûye. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek nenivîsandiye. |
Tacîz
Di meha Tîrmehê de mêran tacîz bi kêmanî li 17 jinan kiriye. Par ev hejmar 21 bû.
Mêran tacîza devkî û laşî li 5 jinan kiriye. Mêran bi girtina fotograf an jî vîdeoyên tacîz li 11 kirine.
Mêran li derveyî malan 17 jin tacîz kiriye. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka 11 mêrên ku tacîz li jinan kirine, nas e an nenas e. Ji mêrên ku tacîz li jinan kirine jê yek patronê jinekê bûye.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kirine Antalya (2), Stenbol (6), Izmîr (6), Bûrsa (1), Aydin (2). |
Pêvajoya hiqûqî 12 mêrên faîl hebûn ku jin tacîz kirine. Tenê faîlek hatiye girtin. Sê faîl hatine desteserkirin. Du faîl serbest bûye. Çapemeniyê rewşa hiqûqî ya 6 faîlekî nenivîsiye. |
Îstîsmara li zarokan
Mêran di meha Tîrmehê de îstîsmar bi kêmanî li 18 zarokên keç û kur kiriye. Par heman mehê ev hejmar 13 bû.
Çapemeniyê nenivîsiye bê ka 9 mêrê ku herî kêm 6 zarok îstîsmar kirine, hev nas dikin an na. Cîran du zarok, mele 7 zarok îstismar kiriye.
Mêran li nava mal sê zarok îstismar kiriye. Her weha li derveyî malê ango li cihên weke kolan û qursa quranê, îstîsmar li 16 zarokan kiriye.
Bajarên ku mêran zarok lê îstîsmar kiriye Antalya (1), Aydın (2), Balıkesir (7), Bursa (1), Edirne (2), İstanbul (2), Sakarya (1) |
Pêvajoya hiqûqî 19 mêrên faîl hebû. 10 faîl hatine girtin. Sê faîl hatine desteserkirin Çapemeniyê Pêvajoya hiqûqî ya şeş faîlan nenivîsandiye.. |
Tundkarî/Birîndarkirin
Mêran di meha Tîrmehê de tundkarî kêmanî li 64 jinan kiriye. Par heman mehê ev hejmar 77 bû.
16 Jinên ku mêran tundkarî li wan kiriye, bi giranî birîndar bûne û ew birine nexweşxaneyan. Digel "biryara parastinê", mêran tundkarî li 12 jinan kiriye.
Yek ji jinên ku mêran tundkarî li wan kiriye sûriyeyî yek jî turkmenistanî bûye.
Ji jinên ku mêran tûndkarî lê kirine jê sê jinên trans bûne. Di nava kesên tûndkarî li jinan kirine de polîs û bekçî jî hebûne.
Bajarên ku mêran li wan tundkarî li jinan kiriye
Adana (4), Afyon (1), Ankara (2), Antalya (2), Dîlok (1), Aydın (2), Bolu (1), Bursa (3), Denizli (1), Amed (5), Edirne (10), Eskişehir (2), Xarpêt (1), Stenbol (10), İzmir (5), Karaman (1), Qers (1), Kayseri (1), Kocaeli (1), Meletî (1), Muğla (2), Ordu (2) Sakarya (2), Samsun (3).
Hevjîn, destgirtî, hevjînê kevn, destgirtiyê kevn tundkarî kêmanî li 41 jinan kiriye. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka 12 jinên ku tundkarî li wan bûne, 13 mêrên tundkarî kirine nas dikin an na. Jinekê cîranê wê, sê jin kurê wan, jinekê xizmê wê, jinekê birayê wê, sê jinên trans polîs û bekçiyên mêr, jinekê nexweşê wê. Jinekê jî zavayê wê ew birîşndar kiriye.
Çapemeniyê hêceta 47 bûyerên tundkariyê nenivîsiye. Mêran bi hêceta ku xwestine cihê bibin an jî nexwestine li hev bên, tundkarî li 15 jinan kiriye.
Mêran derb li 45 jinan dane û ew birîndar kirine, 8 jin bi çekên guleber û 11 jin jî bi kêran û yên weke wan birîndar kirine.
Mêran li kargehan, li nava otobisan, li daristanan û cihên din ên weke wan tundkarî li 26 jinan kiriye. Li nava malan tundkarî li 36 jinan kiriye. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran li ku tûndkarî li jinan kiriye.
Pêvajoya Hiqûqî
Kêmanî 65 faîlên tundkariya jinan hebû. Bi tenê 12 jê hatine girtin. Çar faîl serbest bûye. Pênc faîl hatine desteserkirin. Şeş faîlan xwe kuştine. Çapemeniyê ji bo rewşa hiqûqî ya faîlek gotiye, “reviye”, û ya herî kêm 37 faîlan jî nenivîsandiye.
6 faîl hatine desteserkirin. Çapemeniyê ji bo çar faîlan gotiye "lê digerin", ji bo çar faîlan jî gotiye "serbest bûye." Û pêvajoya hiqûqî ya herî kêm 16 faîlan jî nenivîsandiye.
Karkeriya seksê ya mecbûrî
Mêran di Tîrmehê de bi darê zorê karkeriya seksî bi 12 jinan dane kirin. Par heman mehê ev hejbar 36 bû. Jinên ku neçarî karkeriya seksê kirine ne welatiyên Tirkiyeyê bûne. Di nava 12 kesan de zarok jî hebûn.
Bajarên ku jin lê neçarî karkeriya sekse bûne
Kayserî(2), Mêrsîn(7), Tekîrdag(3)
Pêvajoya hiqûqî
Heft faîl hebûn ku jin neçarî karkeriya seksê kirine. Ji wan yek jî nehatiye girtin.
(EMK/AY)