Meral Daniş Beştaş li Erzîromê di qezayeke trafîkê de birîndar bûye
Cîgira Serokê Koma HDPê û namzeta parlamenteriyê ya Erzîromê ya Partiya Çep a Kesk Meral Daniş Beştaş li Qereyazî, navçeya Erzeromê qeza kiriye. Beştaş ji bo xebatên hilbijartinê çûbû Erzîromê. Rayedarên HDPê gotine rewşa Beştaşê baş e.

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Cîgira Serokê Koma HDPê û namzeta parlamenteriyê ya Erzîromê ya Partiya Çep a Kesk Meral Daniş Beştaş li Qereyazî, navçeya Erzeromê qeza kiriye. Beştaş ji bo xebatên hilbijartinê çûbû Erzîromê. Beştaş bi alîkariya ekîbên agirkujiyê ji wesayîtê hatiye derxistin û bi ambûlansê birine nexweşxaneya navçeyê.
Rayedarên HDPê ragihandine ku rewşa Beştaşê baş e, ji ber êşa pişta wê di bin kontolê de ye û ji bo neqlî Erzîromê bê kirin li benda helîkopterê ne.
Di qezayê de şofurê wesayîtê Mehmet Wefa jî birîndar bûye û bi Beştaşê re birine nexweşxaneyê.(AEK/AY)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.