Fotograf: Jinnews
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Melîke Aydin, nûçegîhana JinNewsê ku bi tohmeta “endama rêxistinê ye” dihate dadgehkirin, beraet kiriye. Ji ber ku bi rêya telefonê bi çavkaniyên xwe yên nûçeyan re axiviye û li mala wê pirtûka “Rengê Mor ê Siyaseta Kurdan” û hin tiştên weke van hebûn, doz li wê hatibû vekirin.
Danişîna 3yem a doza Aydinê li Dadgeha Cezayê Giran a 2yan pêk hatiye. Aydin, parêzerên wê Şukran Ozturk û Dîlan Ateş beşdarî danişînê bûne. Her weha Komeleya Rojava Mafên Mirovan û Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) jî beşdar bûne.
Şahidên veşarî gotine ku em wê nas nakin
Di dema dadgehkirinê de Karayel, şahidê veşarî yê di dosyeya dadgehkirinê ya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikimxwiran re ya Egeyê (TUHAY-DER) gotiye ku ew Aydinê nas nake. Her weha Şîmal, şahidê veşarî yê duyem jî bi heman awayî gotiye ku ew cara ewilî ye Aydinê dibîne.
Piştî îfadeyên şahidên veşarî, parêzerên Melîke Aydinê gotine ku êdî hewce nake ew li Poyraz û Dogan, her du şahidên din ên veşarî guhdar bikin. Heyeta dadgehê ev daxwaz qebûl kiriye.
Dozgerî xwestiye wê beraet bikin
Dozgerî danişînê diyar kiriye ku axavtinên bi rêya telefonê yên bi çavkaniyên xwe yên nûçeyan re, pirtûka bi navê “Rengê Mor ê Siyaseta Kurdan” û hin belgeyên din ên li mala wê hatine dîtin û gotinên şahidan, têrê nake ew ji ber “endamtiya rêxistinê” were cezakirin. Xwestiye ku Aydin beraet bike.
Parêzerên Aydinê li dijî vê daxwaza dozgerî derketine û gotine ku bila biryara beraetê ne ji ber ‘delîl têrê nakin’ lê ji ber ‘tiştek derbarê tohmetbarandinê de nehatiye dîtin’ ew beraet bike.
Heyeta dadgehê li gorî daxwaza dozgerî tevgeriyaye û biryara beraetê daye. (HA/FD)