Mehmet Aydin dê li Stenbolê behsa “dîyeteka baş” bike
Mehmet Aydin ê li Şevîn Kafeya Stenbolê 2yê Adarê, siet 17.30ê di panela “dîyeteka baş û xeletiyên diyetê” de biaxive.

Mehmet Aydin ê li Şevîn Kafeya Stenbolê 2yê Adarê, siet 17.30ê di panela “dîyeteka baş û xeletiyên diyetê” de biaxive.
Amadekara panelê Însiyatîfa Ronakê* ye. Moderator, Serwet Çabaş e.
Mehmet Aydin herweha yek ji nivîskarên bia/kurdîyê ye.
Wî ji bo bia/kurdîyê li ser mijarên “Sendrûma Downê(Down Syndrom) û dîyet”, “Kurd û Veganî” û “Obezîte-Xwarinê hêdî bixwin, zêde bicûn” nivîsîye.
Insiyatîfa Ronakê
*Insiyatîfa Ronakê ku xwediya bernamê ye, ev demek e li ser edebiyat û zanistiyê li Stembolê çalakiyan pêk tîne. Çalakiyên Insiyatîfê pirtir li ser edebiyatê ne . Insiyatîf di heman demê de niha pêşbirkeka xwendinê birêve dibe. Yek ji taybetmendiyên Insiyatîfê ew e ku hemû karên wan bi zimanê Kurdî ye.
(MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.