Meha Rûmetê: Polîsan LGBTI+ desteser kirin

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
LGBTI+yan ji bo Meha Rûmetê xwestin li Yeldegîrmeniya Kadikoyê ya Stenbolê civîneke çapemeniyê pêk bînin. LGBTI+yan dest bi xwendina metna ku hatiye amadekirin kir lê polîsan midaxele û tundkarî li wan kirin.
Di dema civîna çapemeniyê de polîsan alên LGBTI+yan ji destên wan derxistin û dema ew xistin nav wesayita desteserkirinê, li wir derb li wan xistin.
Gözaltılar başladı pic.twitter.com/XnH7hEJ4ey
— Tuğçe Yılmaz (@tucyil) June 5, 2022
Piştî ku polîsan LGBTI+ desteser kirin, girseyê sloganên “Rûmeta lûbûnyayan wê îşkenceyê têk bibe” berz kirin, niştecihên Yeldegîrmeniyê jî ji bo polîs ji taxa wan biçin, slogan avêtin.
Digel ku pêkanîna civînê nehatibû ragihandin, polîs ji saet 15.00ê û pê de hate Yeldegîrmeniyê. Ji bo vê ciînê 5 wesayitên polîsan û zêdetirî 200 polîsî hatibûn.
Civîna çapemeniyê piştî saet 18.00ê dest pê kir û çi gava ku metn hate xwendin, polîsan sê caran li ser hev got, çalakî ne “qanûnî” ye. Paşê polîsan tundkariya devkî û laşî li LGBTI+yan kir û ew desteser kirin. (TY/FD)
Li Stenbolê ji ber 25ê Mijdarê 169 jin hatin desteserkirin

Li Gebzeyê qetlîama ajalan: Divê stargeha şaredariyê were girtin

Di 40emîn danişîna doza Ahmet Yildizê de careke din edalet pêk nehat

22EMÎN MEŞA ŞEVÊ YA FEMİNÎST
Li Stenbolê tevî astengiyan jin û LGBTI+ li kolanan in

Qada kana zêran a Îliçê herifî: Herî kêm 9 karker di binê axê de ne
