Meclisa Tirkiyeyê ji bo RTUKê endamên nû diyar kir.
Di Lijneya Giştî ya Meclisê de ji bo endamtiyek ji kotaya AKP, CHP û Partiya Çep a Kesk hilbijartin hat kirin.
Di dengdana parlementeran a li Lijneya Giştî ya Meclisa Tirkiyeyê de Ebubekir Şahin ji kotaya AKPê, Îlhan Taşçi ji kotaya CHPê û Necdet Îpekyuzê jî ji kotaya Partiya Çep a Kesk wek endamên nû yên RTUKê hatin hilbijartin.
Hilbijartina Serokatiyê di 18ê Çiriya Pêşiyê de ye
Li gorî vê yekê Ebubekir Şahîn û Îlhan Taşçi cara duyemîn bûn endamên RTUKê û her weha Necdet Îpekyuz jî cara yekemîne dibe endamên RTUKê.
Piştî ku endamên nû bi fermî dest bi wezîfeyê bikin, wê di 18ê Çiriya Pêşiya 2023an de li RTUKê hilbijartina serokatiyê were kirin.
(HA/AY)