Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Partiya Çep a Kesk(YSP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî hilbijartinan dest bi civînên xwe kirine. Roja duşemê Meclisa Jinan a HDPê û Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk civînên xwe li dar xistine û nexşerêya heyama nû nirxandine.
Meclisan encamnameya civînê eşkere kirine. Di encamnameyê de hatiye diyarkirin ku ew ê têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin. Her wiha hatiye gotin wê di nexşerêyê de ber bi herêman û gel ve biçin.
Di encamnameyê de hatiye diyarkirin ku wê bi biryardariya têkoşîna ji bo azadî û wekheviyê ya jinan bidomînin û wiha hatiye gotin: "Me wekî Meclisa Jinan a HDP û Partiya Çep a Kesk di 14 û 28ê Gulanê de pêvajoya hilbijartinê, encamên wê nirxandin. Em li ser cihên em jê kêm mane, pirsgirêk, kêmasiyên me û rêya çareseriyê sekinîn."
Berfirehiya encamnameyê wiha ye:
"Îktidara ku di pêvajoya hilbijartinê de ji paradîgmaya me ya azadiyê jinê tirsiya êrişên li dijî jinê zêde kir. Destkeftiyên me jî bi tifaqên ava kir, kir mijara bazarê. Di xebatên me yên rêxistinbûyina hilbijartinê de me têkoşîna li dijî tifaqên dijminatiya jinê dikin, ji xwe re wekî berpirsiyariyekê hilbijart. Loma jî di dema hilbijartinê jî tundiya binçavkirinê û ya bi destên darazê dewam kir.”
Em ê rê nedin polîtikayên li dijî jinan
“Di hilbijartin û piştî hilbijartinê de êrişa li dijî paradîgmaya azadiya jinê di heman demê de jî li dijî fîkriyata têkoşîna me ya jinê ye. Îktidara faşîst dixwaze bi rêya qeyûman û binçavkirinan têkoşîn û destkeftiyên me yên bi salan biçewisînin. Em hedefa îktidara faşîst dizanin. Ya di hedefê de ye têkoşîna azadiyê ya jinê ye, rêxistinbûyin û piştevaniya jinê ya mezin dibe ye.”
“Îktidarê bi rêya medyaya dîjîtal di şexsê Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldan de êrişî cihgirtina jina ya di qada siyasetê de dike. Helbet em partiyeke wiha ne ku em ji rexne, rexnedayinê re vekirîne. Lê belê me rê neda lîstikên îktidarê yên di bin navê 'rexneyê' de. Hemû jin dizanin ku ev êrişa li dijî paradigmaya me ya azadiya jinan e. Hûn bi van rêbazana nikarin siyaseta me ya jinê bidin sekinandin û hûn nikarin destkeftiyên têkoşîna me bi paşve bixin.”
“Em bang li hemû jinan dikin, Em ê bi nasnameya xwe, bi baweriyên xwe, bi zimanê xwe û bi keda xwe piştevaniya xwe mezin bikin. Ji bilî têkoşînê tu rê nîne. Em ê bi mezinkirina têkoşîn û rêxistinbûnê parastina xwe bikin. Ligel her cureyên zext û zordariyê jinên ku di vê hilbijartinê de ked dane û bi israr li ber xwe dane spas dikin. Siberoj di destê me de ye." (EMK/AY)