Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Lijneya Giştî ya Meclîsa Nûneran a DYAyê dengdan li ser her du xalên ji bo ezilkirina Donald Trump, Serokê DYAyê de pêk hatiye. Trump tê tohmetkirin ku “erka xwe ji bo tiştên ne li rê bi kar aniye” û “Kongre asteng kiriye.”
Meclîsê tohmeta ku “erka xwe ji bo tiştên ne li rê bi kar aniye” bi 230 dengan qebûl kiriye. 197 parlamenteran dengên “Na” daye. Tohmeta din jî bi 229 dengan hatiye qebûlkirin. Di vê xalê de 198 parlamenteran dengê “Na” daye.
Di dema dengdanê de hemû Komarparêzan dengê “Na” avêtiye. Di dengdana yekem de 2 Demokratan, di ya duyem de jî 3 Demokratan dengên “Na” daye.
Li gorî vê encamê Trump di dîroka DYAyê de bûye sêyem serok ku daxwaza ezilkirina wî tê kirin. Beriya niha hatibû xwestin ku Andrew Johnson û Bill Clinton ji wezîfeyê werin dûrxistin.
Dosya wê biçe ber destê Senatoyê
Piştî dengdana li Meclîsa Nûneran, wê dosya biçe ber destê Senatoyê.
Çav li rê ye ku dengdana yekem di serê meha Kanûna Paşiyê de pêk were. Dîsa tê payîn ku dosya heta dawiya heman mehê encam bide.
Divê ji 3yan 2 senator piştgiriya tohmetan bikin ku bikaribin Trumpî ji kar dûr bixin. Li gorî vê divê 67 kes dengên “Erê” bidin. Lê li Senatoyê hejmara Komarparêzan ji ya Demokratan zêdetir e.
Pelosiyê daxuyaniyek daye
Seroka Meclîsa Nûneran, Nancy Pelosiyê diyar kiriye, “Trump metirsiyeke mezin e li ser asayişa niştimanî ya me û destûra welat binpê kiriye. Ti bijardeyek li ber Demokratan nîne ji bilî lêpirsînê.”
Endamekî Demokrat li Kongrêsa Amerîkayê, Camî Raskîn, Trump bi êrişkirina berdewam a li ser demokrasiya wî welatî herwiha ‘firotina destûr, siyaseta derve, asayişa niştimanî û demokrasiyê’ tohmetbar kiriye û gotiye divê rê pê neyê dayîn.
Di heman demê de li çend bajarên DYAyê xwepêşandan derbarê vê rewşê de pêk hatine. Beşek ji wan xwepêşandanan piştevaniya Trumpî kiriye û beşek jî bo piştevaniya dûrxistina wî bûye.
Daxuyaniya Trumpî ya derbarê mijarê de
Di dema dengdanê de Trump li Michiganê beşdarî mîtîngekê bûye. Li wir axiviye û gotiye: "Ez ew mirovê yekem im ku ku di xalên jikardûrxistinê yên derbarê wî de ti sûcek tineye lê hatine pesendkirin."
Trumpî her weha diyar kiriye ku ew ji darizandina li Senatoyê natirse.
Pêvajoya ezilkirinê
Di meha Tîrmehê de Serokê DYAyê Donald Trump û Serokdewletê Ukraynayê Vladîmîr Zelenskiyî bi rêya telefonê bi hev re axivî bûn. Ev hevdîtin bûbû sedem ku Demokratên di Kongreya Amerîkayê de li dijî Trump lêpirsînê bidin destpêkirin.
Hatibû îdiakirin ku Trump di vê axavtinê de ji Zelenskiyî xwestiye der heqêkurê Joe Biden, namzedê namzediya serokatiyê yê ji Partiya Demokratan lêpirsînê veke. Trump jî li ser van îdiayan gotibû ku xeberdana wî û Zelenskiyî bi temamî li gor rêzik û qaîdeyan bû û wiha axivî bû: "Ne girîng e ku min bi Zelenskiy re çi xeberda. Divê hinek li ser Bîdenî lêkolînê bikin."
Herwiha li gorî çapemeniya Amerîkayê, Trumpî ji serokê Ukraynayê re gotiye ku heger hûn li ser Bîden û malbata wî lêpirsînê vekin, ew ê alîkariyê bide wan û li ser van îdiayan Demokratan lêpirsîna ezilkirinê dane destpêkirin. Trumpî jî gotibû ku beriya axaftina têlefonê, alîkariya bi 400 milyon dolarî ya ji bo Ukraynayê hatibû sekinandin.
Qesra Spî jî qeyda axaftinê ya nivîskî parve nekiribû û îdia kiribû ku eleqeya mijara alîkariyê û xeberdana telefonê bi hev ra nîne. (TP/FD)
Fotograf: AA