Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ayşe Acar Başaran, Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Navenda Giştî a partiya xwe derbarê pêşketinên rojane de civîna çapemeniyê pêkaniye.
Başaranê, kesên di komkujiyên Sêwaz û Çorûmê de mirine bi bîr anîne û wiha axiviye: “Em komkujiya hovane ya Madîmakê nelet dikin û kesên di komkujiyê de mirine, bibîr tînin."
"Di bin navê xwekuştinê de mirinên jinan zêde bûne"
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Ayşe Car Başaranê, bal kişandiye ser mirinên jinan ên bi guman û wiha gotiye: “Ji ber kiryarên desthilatdariyê her roj jin tên kuştin. Li gorî danayên fermî di dema Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) de 7 hezar û 500 jin hatine qetilkirin. Di nava vana û hejmarên fermî de, hejmara mirinên jinan ên bi guman cih nagirin. Di rastiyê de rewşa heyî hin giran û xeternaktire. Dîsa di rojên dawî de, dibin navê xwekuştinê de mirinên jinan pir zêde bûye. Li Agiriyê tenê di nava 35 rojan de 5 mirinên jinan ên bi guman rû dane. Lê ev bûyer weke xwekuştinê derbasî qeydên fermî bûn.”
Nûnertiya jinan di meclîsê de
Başaranê, derbarê nûnertiya jinan a di meclîsê de jî daneyên heyî parvekirine û wiha pê de çûye: “Di sala 2015an de nûnertiya jinan ya di HDPê de ji sedî 40 bû, lê ya di AKPê de ji sedî 15 bû. Di hilbijartina giştî ya sala 2015an de nûnertiya jinan ya di nava koma HDPê de ji sedî 39 bû, lê ya AKPê ji sedî 11.45 bû. Di hilbijartina giştî ya Hezîrana 2018an de nûnertiya jinan ya di nava koma giştî ya HDPê de ji sedî 38 bû, lê ya AKPê ji sedî 17 bû. Ev rewş di sala 2020an de dewam dike. Dema ku em vê tabloyê tînin beramberî hev, rastî derdikeve holê û bi vê diyar dibe ku kî têkoşîna jinan bi rêve dibe û kî têkoşîna jinan asteng dike. Ev tablo di rêveberiya herêmî de, na guhere. Rewş heman rewşe.”
Jin wê li 5 bajaran bimeşin
Berdevka Meclîsa Jinan a HDPyê, ragihandiye ku di çarçoveya kampanyeya “Jin li her derê ne” de ji bo balê bikşînin ser xwekuştinên jinan û mirinên bi guman wê li 5 bajaran bi meşin û wiha gotiye: “Em ê çalakiyên xwe yên li dijî kuştinên jinan dewam bikin. Ji bo ku em dengê jinan bilind bikin em ê li 5 bajaran xwenîşandanan li dar bixin. Yek ji van bajaran jî, bajarê Agiriyê ye. Ji ber ku îro li Agiriyê tundkariya li dijî jinan û xwekuştinên jinan pir zêde bûye. Piştre em ê li Dersimê meşa xwe dewam bikin ku ji bo rewşa Gulîstan Dokûyê. Pişt re jî em ê li Stenbolê bin. Em bi vî awayî ji têkoşîna xwe gav paşve navêjin û bang li hemû jinan dikin ku beşdarî meşan bibin û dengê xwe bilind bikin.” (EMK/AY/FD)