Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ji ber 8ê Adarê Roja Jinan vîdeoyekê belav kiriye.
Di vîdeoya ku jinên ji gelên cuda bi hev re govend girtine de, ji Meclîsa Jinan a HDPê Ayşe Acar-Başaran û Pervîn Bûldan jî hene.
“Em ê bi hev re biguherînin, dem dema jinan e!”
Meclîsa Jinan a HDPê video di hesabê xwe yê medya civakî de bi vê peyamê weşandiye:
“Dema ku em berbi 8ê Adarê ve diçin, em dibêjin “Em ê bi hev re biguherînin, dem dema jinan e.” Ji rikê wan kesên ku hewl didin zextê li jiyana me dikin em ê bi hev re govendê bigirin, em bi tekoşîna xwe tên û diguherînin! Em ê bi hev re biguherînin, dem dema jinan e!”
8 Mart’a giderken, “Birlikte Değiştireceğiz, Şimdi Kadın Zamanı” diyoruz.
— HDP Kadın (@HDPkadin) February 23, 2022
Yaşamlarımızı baskı altına almaya çalışanlara inat hep beraber halaya duruyor, mücadelemizle değiştirmeye geliyoruz!
Em ê bi hev re biguherînin, dem dema jinan e! pic.twitter.com/VpzLH7XMnR
(EMK/AY)