Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran û Endama Meclisa Partiyê Bedriye Yorgun bi nûnerên Konsolosxaneya Almanyayê re hevdîtin kirine.
Hevdîtin li Nevenda Giştî ya HDPê çêbûye û li ser şêweyê xebatê yê Meclisa Jinan, pergala hevserokatiyê û pergalên nûnertiyên wekhev, têkoşîna jinan a li herêmê û Tirkiyeyê, êrişên li dijî têkoşîna jinan û Peymana Stenbolê hatiye axaftin.
Di hevdîtinê de Berdevka Meclisa Jinan a HDPê Ayşe Acar Başaran wiha gotiye: “Divê em li dijî êrişên ser têkoşîna jinan ên li Tirkiyeyê û bajarên Kurdan, têkoşîna enternasyonal mezintir bikin.” (EMK/AY)