Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Meclisa Iraqê îstifaya Serokwezîr Adil Ebdulmehdiyî qebûl kiriye.
Li gor daxuyaniya Meclisê, di dengdayînê de parlamenteran îstîfaya Ebdulmehdiyî qebûl kiriye.
Meclisa Iraqê ji 329 parlamenteran pêk tê û 241 parlamenter beşdarî dengdayînê bûne.
Serokê Meclisê Mihemed el-Helbûsiyî jî daxuyanî daye û gotiye ku ew ê ji bo tayînkirina serokwezîrê nû li gor benda 75emîn a qanûna bingehîn dê ji Serokomar Berhem Salihî re nivîsê bişînin.
Li gor benda 76emîn a qanûna bingehîn, serokomar ji bo hilbijartina serokwezîrekî nû 15 rojan demê dide meclisê. Heke serokwezîr were hilbijartin û serokomar wî pesend bike, ji bo avakirina hikûmeta nû wî wezîfedar dike. Paşê meclis dicive û dengdayînê ji bo vê kabîneya nû pêk tîne.
Piştî ku DYAê Iraq dagir kir û şûnda, Adil Ebdulmehdî wek serokwezîrê 5emîn ê welêt di cotmeha 2018an da dest bi wezîfeyê kiribû û ji ber xwepêşandinên ku 2 meh in li welêt dewam dikin jî di 29ê mijdarê da mecbûr mabû û îstifaya xwe dabû.
Es Sîstaniyî banga îstîfayê kiribû
Di 29ê Çiriya Paşiyê de Adil Ebdulmehdiyî diyar kiribû ku wê îstifaya xwe pêşkêşî Meclisê bike.
Ebdulmehdî di daxuyaniya xwe ya nivîskî da destnîşan kiribû û gotibû, wê guh bide banga Elî es-Sîstaniyê merciyê dînî yê Şiiyan ku gotibû "ji bona welêt tevlihev nebe" û nivîsa xwe ya fermî ya îstifakirina ji serokatiya hikûmêtê bişîne Meclisê.
Biryara Ebdulmehdî piştî ku Sîstanî banga "hilbijartineke şefaf û azad" li Meclisê kir hat dayîn.
Elî es-Sîstaniyê merciyê dînî yê Şiiyan heman rojî piştî nimêja înê di "peyama xwe ya siyasî" da ku hat xwendin destnîşan kiribû ku hikûmet li hember protestoyên ku di du mehên dawîn da tên kirin nikare berpirsiyarên xwe bi cî bîne û ji Meclisê xwestibû ku "ji bona hilbijartineke şefaf û azad bi lezgînî qanûna hilbijartinê ya nû bê derxistin."
Sedrî destnîşan kiribû ku wê di hikûmeta nû da cih negire
Muqteda es-Sedrê pêşengê Tevgera Sedrê diyar kiribû ku, piştî biryara îstifayê ya Serokwezîr Adil Ebdulmehdî ew ê di hikûmeta ku wê nû were avakirin da cih negire.
Sedr li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî dabû û gotibû, heke Meclis îstifaya Serokwezîr Ebdulmehdî qebûl bike, şaxa siyasî ya ku ew pêşengiya wê dike wê di hikûmeta ku wê nû were avakirin da cih negire.
Pêşengê şîe diyar kiribû, meclis li ser qanûna hilbijartin û komîseriya hilbijartinê ya nû dixebite, ew ê di van xebatan da jî cih negirin. (PT/FD)