McGurk: "Hêzên YPGê piştî ku perwerdeya xwe qedandin wê vegerin rojhilatê Firatê"
Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Barack Obamayê Brett McGurk daxuyanî da û got: "Hêzên YPGê piştî ku perwerdeya xwe qedandin wê vegerin rojhilatê Firatê."

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Barack Obama yê Brett McGurk daxuyanî da û ragihand ku Hêzên Parastina Gel (YPG) piştî perwerdekirina hêzên herêmî wê ji Minbicê vekişe û derbasî rojhilatê Firatê bibe.
McGurk li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyanî da.
McGurk her wiha got ku ji bo bajêr careke din nekeve destê DAIŞê riya herî baş ew e ku hêzên herêmî bêtin rêxistkirin.
Bajarê Minbicê di meha Tebaxê de di encama operasyona YPGê de ji destê DAIŞê hatibû rizgarkirin. Ji wir pê ve bajêr di destê YPGê de bû.
(YY/YO)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.