Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rojnameger Max Zirngast dema li Beşa Zanistên Siyasî ya Zanîngeha ODTUyê dixwend hatibû girtin. Îro derketiye pêşberî dadgehê û biryara beraetê ji bo wî hatiye dayîn.
Rojnamegerê avûstûryayî bi îdiaya “endamê rêxistina Partiya Kominîst a Tirkiyeyê-Kivilcim”ê ye di 11ê Îlona 2018ê de hatibû desteserkirin û di 21ê Îlonê de hatibû girtin. Zirngast sê mehan girtî mabû û paşê serbest bûbû. Biryara qedexeya derketine derveyî Tirkiyeyê ji bo wî hatibû standin.
"Delîlên ji bo cezakirinê nehatine bidestxistin"
Îro li 26emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê danişîna duyem a rojnamegerê avûstûryayî pêk hatiye. Dadgehê bi hinceta ku “delîlên ji bo cezakirinê nehatine bidestxistin’ biryara bereatê daye.
Dadgehê her wiha, ji bo Endamê Meclîsa Avakar a Partiya Azadiya Civakî, Mîthatcan Turetken û Hatice Goze û yekî/a din jî biryara beraetê standiye.
Zirngast sê sal in ku li Enqereyê dijî û 30 salî ye. ji bo Jenge Welt, rojnameya almanî, re:volt, kovara înternetê ya almanî û Jacobîna DYAyê nivîsên lêkolînê dinivîsand.
Onderoglû: Girtinên kêfî naqedin
Erol Onderoglû, Nûnerê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) li Tirkiyeyê piştî biryara beraeta Max Zirngastî li ser hebasê RSFyê yê tirkî nivîsandiye ku pirsgirêka girtinên kêfî yên di eslê xwe de polîtîk in dîsa nîşanî me da. (HA/DG/FD)
* Derya Göregenê ev nûçe wergerandiye
Fotograf: Max Zirngast/Twitter