Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Jim Mattis Wezîrê Berevaniyê yê DYAyê li ser mijara balafirên F-35ê ên ku Tirkiye dixwaze ji DYAyê bikire û bazara di navbera Tirkiye û Rûsyayê de ya li ser moşekên S-400î axivî ye.
Donald Trump Serokê DYAyê di 13ê Tebaxê de îmze avêtibû binê yasaya ku firotina F-35an ji bo Tirkiyeyê asteng dike. Mattîs divê derbarê vê yasayê de raporekê pêşkêşî Kongreya DYAyê bike.
Mattîsî li ser naveroka raporê ti zanyarî belav nekiriye lê destnîşan kiriye ku ew û Tirkiye li ser hin mijaran bi hev re kar dikin.
“Em pêşniyara kirîna S-400an nakin”
Di civîna çapemeniyê de pirsek li ser bazara di navbera Tirkiye û Rûsyayê ya derbarê moşekên S-400î de hatiye û Mattîsî wiha bersiv daye:
“Tirkiye dewleteke serwer e û mafê wê heye ku bi xwe biryarên xwe bide lê ji ber ku S-400 û sîstemên NATOyê li hev nakin em pêşniyar nakin ku sîstemên berevaniyê yên Rûsya çêdikin bikirin. Em ji ber vê rewşê bi endîşe ne.”
Mattîsî ew zanyarî jî belav kiriye ku duh bi Hûlûsî Akar, Wezîrê Berevaniya Tirkiyeyê re bi rêya telefonê axivî ye û wiha berdewam kiriye: “Hevdîtinên me yên gelekî dilsoz çêdibin. Weke mînak, di mijara rêya ku em ê li Minbicê bişopînin de em bi hev re kar dikin.”
Mattîsî her weha ew mesaj daye ku heke Tirkiye S-400an nekire dibe mueyideyên li ser kirîna F-35an rabin. (PT/FD)