Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Saziya Teknolojiyên Zanistê û Ragihandinê (BTK) bi daxwaza 3. Dadweriya Silh û Cezayê ya Wanê biryara astengkirina malpera Ajansa Nûçeyan a Etkînê (EHTA), JinNews û rojnameya Yeni Demokrasiyê daye.
Di biryara astengkirina malperan de wiha hatiye gotin:
“Derbarê vê malperê de (etha16.com, jinnews10.xyz, yenidemokrasi9.net) li ser biryara 3yem Dadweriya Silh û Cezayê ya Wanê ya di 28/10/2020an de bi hejmara 2020/3488 D. yê Saziya Teknolojiyên Zanistê û Ragihandinê tedbîra parastinê hatiye stendin.
Weşan dewam dikin
Di 23yê Çiriya Pêşiyê de malpera jinnews8.xyz hatibû astengkirin. Bi vê biryarê re ji 27ê Îlona 2017an û vir ve cara 12em e ku ajans tê astengkirin. Malpera ETHAyê ya etha15.com jî herî dawî 22yê Çiriya Pêşiyê hatibû astengkirin.
JinNews li ser malpera jinnews11.xyz, ETHA li ser malpera etha17.com û rojnameya Yeni Demokrasi jî li ser malpera yenidemokrasi10.netê weşana xwe dewam dikin. (TP/FD)