Malpera Jinnewsê heta niha 40 hatiye astengkirin. Malper bi biryara 3em Dadweriya Aştî û Cezakirinê ya Amedê hatiye astengkirin.
Navnîşana înternetê "jinnews36.xyz" û "jinnews37.xyz” ku Ajansa JinNewsê li ser weşane dike, bi biryara 3em Dadweriya Aştî û Cezakirinê ya Amedê hatiye astengkirin.
Ajans wê li ser malpera jinnews38.xyz-ê weşana xwe dewam bike.
Derbarê JinNewsê de
Ajansê di 25ê Îlona 2017ê de bi tirkî, kurmancî, zazakî, erebî û ingilîzî dest bi weşanê kir. Bi tenê rojnamager û edîtorên jin kar dikin û nûçeyên nûçegihaniya jinparêz diweşînin.
JINHA, yekem ajansa nûçeyên jinan a Tirkiyeyê jî di nav de 15 saziyên medyayê di 29ê Çiriya Pêşiyê ya 2016ê de, bi Biryarnameya Di Hukmê Qanûnan de hatibû girtin. Rojname Şûjinê di Kanûna Pêşiyê ya 2016ê de dest bi weşanê kiribû.
Ew jî di 25ê Tebaxê de bi KHKya hejmar 693yê girtibûn. (AY)