Li Sirûca navçeya Rûhayê malên biqubbe ên herêmî ji ber ku kes tê da namînin û ji ber baranê xerab bûne. Ew xanî dê ji bo tûrîzmê bêne restorekirin. Karê restorekirinê qeymiqamîya wê navçeyê dê bike.
Malên ku bi kerpîçan hatine çêkirin, havînê hênik in zivistanê jî germ in û dişibin malên navçeya Herranê jî.
Ev mal serê wan mîna qubeyan in.
Bilindahiya van malan di hundir da heta 5 mêtreyî ne û ji ber ku bi heriyê hatine soyaxkirin bi sedsalan hilnaşên. Ferqa wan û yên heranê odeyên wan in, lewra odeyên van malan çargoşe ne.
Qaymeqamê Sirûcê û Cîgirê Şaredar Kenan Aktaş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku seba restorekirina van malên dîrokî xebat tên kirin û wexta ku xebat kuta bibin turîzma navçeyê jî wê geş bibe.
Aktaşî diyar kir ku Sirûc ji aliyê dîrok û çandê va cihekî dewlemend e û wiha dewam kir, "Ji bo ku ev mal hemû ji bo turîzmê werin restorekirin, em dixebitin. Piştî ku xebat kuta bibin ew ê danasînê bikin û ji bo turîzmê vekin. Malên bi vî rengî li aliyê gundê Ziyareta Piçûk, Kara û Yonluyê zêdetir in. Li navçeya me gelek malên qubik ên dîrokî hene. Pe projeya wê pêşkêşî Wezareta Çand û Turîzmê kir. Em ê bi Midûriya Çand û Turîzmê ya Navçeyê ra van avahiyan restore bikin û xwedî li çanda xwe derkevin. Ev mal nêzî 250 salî ne ku hatine çêkirin. Ji ber ku hatine terikandin, loma hildiweşin."
(MB)
*Çavkanî: İbrahim Atmaca/AA