Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglû di çarçoveya "Hevdîtina Helalkirinê" de duh serdana malbatên Roboskiyê kiribû. Piştî serdanê malbatan gotiye, "Heta faîl neyên darizandin em ê kesî helal nekin"
Lêgerîna edaletê ya Malbatên Roboskîyî 11 sal in dewam dike, Kiliçdaroglû duh di çarçoveya “Hevdîtina Helalkirinê" de serdana gundê Roboskîya navçeya Qilabana Şirnexê kiriye.
Kiliçdaroglû li wir daxuyanî dabû û gotibû, “Ji bo ku edalet were welat divê ev êş bê birîn, bûyer bê ronîkirin, Em ê edaletê pêk bînin. Ez ê vê bûyerê zelal bikim. Ez ji bo soza vê hatim vir."
Bariş Encu: Em êdî encamê dixwazin
Bariş Encûyê ku birayê wî Vedat Encû di komkujiyê de hatibû qetilkirin, komkujiya 11 sal berê bi bîr xistiye û wiha gotiye:
“Bi F16an bombeyên bi tonan barandin ser kekê min û kurxalê min. Piştî kuştina 34 mirovan gelek kes hatin vê derê. Ji wan her yekî jî sozên cuda dan. Ji Ewropayê jî hatin. Lê heta niha jî edalet nehatiye Roboskê. Sozên xwe pêk neanîn. Li vir soz dan û dema ji vir derketin jî weke ku tiştek nebibe li jiyana xwe ya asayî vegeriyan. Hatina Kiliçdaroglû pir girîng e û bi wate ye. Lê pêdivî bi pratîkê heye. Sozdayîn tenê bi têrî nake. Heke di demên pêş de bibin desthilatdar, heta ji bo Roboskê edaletê pêk neyînin em ê aştiyê qebûl nekin. Dema ku faîlên Roboskê hatin darizandin, wê demê em ê aştî û biratiyê qebûl bikin. Em dikarin bi vî awayî hev helal bikin. Li ser navê xwe û malbata xwe dibêjim ku em ê ji bilî vê tu hevhelalkirinên din qebûl nekin. Em dixwazin êdî encamek jê derkeve.”
Bi domdarî Encû bang li rêveberên dewletê kir û ev tişt anî ziman: “Bila nekevin nava gotin û kirinên weke ‘em ê we ji hêla madî ve tengav bikin û bikin ku hûn tazmînatê wergirin.’Me heta niha tazmînat ne hilgirtiye û heta faîl neyên darizandin sed sal jî derbas bibin em ê negirin. Min birayê xwe li sergoyê nedîtiye. Her 34 kes jî canê min, ji xwîna min in. Heta faîlên wan neyên darizandin em ê dev ji vê dozê bernedin. Ji van malbatan yek tenê jî dev ji vê dozê bernade. Rêya edalet û aştiya Tirkiyeyê ji Roboskê derbas dibe.”
Felek Encu: Helalkirin tişteke pir zihmete
Felek Encûya ku kurê wê Erkan Encû di komkujiyê de hatibû qetilkirin jî bi lêv kiriye ku heta faîlên Roboskê neyên darizandin dê bi kesekî re hev helal nekin û wiha domandiye: “11 sal bi ser komkujiyê re derbas bûn. Hêj jî dibêjin ‘FETOyê kir. Madem wan kiriye, wê demê wan kesan bigirin û bidarizînin. Bila malbat jî bên bi wan faîlan re hevrû bibin. Wê demê belkî gotineke me hebe. Lê teqez heta edalet neyê Roboskê em ê hev helal nekin. Kesek tê zarokê we dikuje û piştre weke ku tiştek nebûye tê dibêje were em li hev helal bikin. Tiştekî wiha nabe. Heta niha kesek nehatiye girtin û edalet pêk nehatiye. Em her roj diçin ser gorên zarokên xwe. Heqê kesekî nîne vê bi me didin kişandin. Em xizan bûn û di halê xwe de bûn. Gelek soz dan me lê ev soz ser gorên zarokên me man û em ji bîr kirin. Êdî baweriya me bi kesekî nema ye.”
Zekî Tosûn: Kiliçdaroglû soz da
Derheqê mijarê de bavê Mehmet Alî Tosun, Zekî Tosun jî qala sihbeta xwe ya bi Kiliçdaroglûyî re kiriye û wiha gotiye: “Min jê re got; ‘heke edalet pêk neyê, hûn jî weke hikûmeta din kujerên zarokên me û bûyerê veşêrin û nedarizînin, wê demê em ê hev helal nekin. Heke hûn bi rastî jî edaletê bînin Roboskê û mafên me yên madî û manewî têxin rojevê, wê demê em ê hev helal bikin.’ Hatina Kiliçdaroglû baş li me hat û em gelek keyfxweş bûn. Got ku heke bibe desthilatdar dê van sozên xwe pêk bîne. Em ji wan bawerin. Kiliçdaroglû ji me re got; ‘Heke em bibin desthilatdarî dê vê bûyerê ronî bikin û faîlan bidarizînin.’ Ev soz da me.”
Dayika Mehmet Alî Tosun, Fadîle Tosunê jî gotiye ku heta faîlên zarokên wan neyên darizandin dê heqê xwe li kesekî helal nekin û axaftina xwe wiha qedandiye: “Ji ber ku wan heqaret li zarokên me kir. Her 34 zarok jî bêguneh bûn. Bila Kiliçdaroglû destê xwe deyne ser wijdana xwe; ev 11 sal in em edaletê dixwazin lê edalet nehat Roboskê. Li şûna vê me didin dadgehê û cezayên pereyan li me dibirin. Ji me re dibêjin; ‘hûn li pey doza zarokên xwe ketin.’ Bila êdî dayik negirîn. Ji bilî edaletê û darizandina faîlan tu daxwazeke me ji dewletê nîne.”
Çi bûbû?
Di 28 Kanûna Pêşiya ya 2011ê de, balafirên şerî yên TSKyê(Hêzên Çekdar ên Tirkan) bombe baradibû ser 35 welatiyên ji gundê Robozik û Bêcihê yên navçeya Qilabanê ya bajarê Şirnexê û ew kuştibûn.
281 xizmên wan welatiyên hatîn kuştin serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn daye lê dadgehê serlêdana wan qebûl nekiriye. Li ser vê yekê welatiyan serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dabû. (AO/AY)