Nûbiharê derbarê Ebdûllah Varli û Mele Heyder Varliyî de du pirtûk çap kirine.
M. Sadik Varli amadekarê herdu pirtûkan e. Di pirtûka “Ebdullah M. Varli” de, Sadik Varliyî jiyan û xebatên Ebdullah M. Varliyî, serpêhatiyên wî “Bi dîtin û şahidiya” xwe nivîsandiye.
Ebdullah M. Varli di 72 saliya xwe de koça dawî kiriye. Ew heta dawiya temenê xwe ji bo kurdî xebitiye û gelek meteryalên arşîvê civandine. Wî li medreseyên kurdan ders wergirtine û di rêya zanînê de xebat kirine.
Ebdullah M. Varliyî li pey xwe di serî de “Meala Qurana Pîroz”, “Jînenîgariya Ehmedê Xanî”, “Dîroka Dugelên Kurd” û gelek berhemên din hiştine.
“Alimek ji medreseyê”
Pirtûka duyem jî ya derbarê Mele Heyder Varliyî de ye. Mele Heyder Varli jî “alimek ji medreseyê” ye û jiyan û serpêhatiyên wî yên di dema jiyana wî de, mînakeke jiyan û serpêhatiyên alimên kurdan e. Mele Heyder Varli li gelek medreseyên kurdan yên navdar xwendiye, îcazet girtiye, paşê li van navendên girîng ders dane. Ji kesên navdar ders girtiye, paşê ders daye kesên navdar. Wî di 53 saliya xwe de koça dawî kiriye. Ew birayê Ebdullah Varli ye ku pirtûka li jor behsa wê hate kirin, li ser jiyana wî ye. Mele Heyderî jî gelek berhem li pey xwe hiştine. Di gel ku di serdema wî de qedexeya tund li ser kurdî dihat meşandin jî gelek xutbeyên bi kurdî û helbest nivîsîne.
“Perwerdeya zarokan bi çîrokan”
Mihyedîn Nahrîn pirtûk amade kiriye. Pirtûk bi slogana “Kitêbeke rêber bo mezinan” hatiye weşandin.
Di vê pirtûkê de nivîskarî behsa bandora çîrokan a li ser jiyan û kesayetiya zarokan kiriye û rola çîrokan di perwerdekirina zarokan de rave kiriye.
Beşek ji danasîna pirtûkê:
“Çîrok, tenê tiştên xeyalî nînin. Di eslê xwe de û bi peyama xwe alavake perwerdeyê ne. Perwerdekarên zarokan dikarin ji bo her rewşê ji wan re çirokan bibêjin yan jî bixwinin. Em hin caran ji zarokan re çîrokan dibêjin yan dixwinin, lê bêyî ku em hay ji peyam û tesîra wan hebin. Çîrok rê nîşanî zarokan didin û wan perwerde dikin. Bandora çîrokan li ser zarokan pir e, lewma divê em mezin hay ji çîrokên xwe hebin. Çîrokên me ji zarokan re gotî, bi awayekî pozîtîf yan negatîf tesîre li wan dikin. Ji ber vê sedemê divê em çîrokên xwe baş hilbijêrin.”
(FD)