Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, pasevan û xizmên parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Îbharîm Halîl Yildizî di 14ê Hezîrana 2018ê de êrîşî malbata Şenyaşarî kiribûn. Di encamê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarî hatibûn kuştin.
Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşarî li ber avahiya Edliyeya Rihayê, di roja xwe ya 665an de dewam dike.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Ferît Şenyaşar di nobetê de axiviye û diyar kiriye ku ew bi Nobeda Edaletê ketine sala 2023an jî û wiha gotiye: “Yên ku çavê xwe ji bêedaletiyê re digirin wê têk biçin. Ev bêedaletî, ev neheqî û komkujî di serdema AKP’ê de hat kirin. Em dixwazin ev rewş demildest ji holê rabe. Hemû partiyên muxalefetê soz dan û gotin, ‘heke em bibin îktidar, em ê vê bêdaletiyê çareser bikin’. Em mafadar in. Bi milyonan kes têkoşîna me dişopîne. Gelê Rihayê xwedî li doza me derdikeve. Yên ku qetlîam pêk anîn û hilbijêrên ji vê bêedaletiyê re bêdeng man nikarin derkevin nava gelê Rihayê. Çimkî dema derdikevin, ber edliyeyê nîşanî wan didin. Dibêjin, ‘biçin wê bêedaletiyê çareser bikin paşê werin ba me’. Daxwazên me neşexsî ne. Wê edalet rojekê ji her kesî re lazim were. Daxwaza me edalet e.”
Bixwîne-Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatine desteserkirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar hatiye desteserkirin
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû.
Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. (AY)