Hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurê wê ji aliye xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamentere Rihayê yê AKPê ve hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê yê bi navê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi brîndarî filitîbû, bi daxwaza dadkirina berpirsiyaran nobeta “edaletê” dabûn destpêkirin. Nobet di roja 219emîn de dewam dike.
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Dewlet bi qasî ku edîl be ewqas bihêz e
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Ferît Şenyaşarê ku bi dayika xwe Emîne Şenyaşar re, li qada weke "goşeya edaletê ya malbata Şenyaşar" tê bi nav kirin dest bi nobetê kiriye.
Ferît Şenyaşar di çalakiyê de axiviye û gotiye: “Ev 219 rojin em çalakiya xwe Nobeta Edaletê bênavber dewam dikin. Nobeta min û dayika min dibin zilmê de, didome. Hemî wezîr, nemaze wezîrê dadê û wezîrê tenduristiyê, tiştên me jiyan dizanin. Her kes dizane ku xizmên wekîlê desthilatdariyê Îbrahîm Halîl Yildiz, li nexweşxaneya dewletê komkujî kirin. Rayedar bi xwe jî vê yekê tînin ziman. Ligel ku her kes her tiştî dizane jî, Yildiz ji aliyê rayedarên paye bilind ve tê parastin. Dozger û dadger ji vê yekê, erka xwe nakin. Her kes ji me re dibêje 'em dizanin komkujî hat kirin’ û ew li bendê ne ku wekîltiya wî bikeve.”
Bi hezaran girtiyên nexweş hene
Şenyaşar, dest nîşan kiriye ku li Tirkiyeyê, gelek kesên mîna wan rastî bêedaletiyê hatine, hene û wiha got: “Di girtîgehan de, bi hezaran girtiyên nexweş hene. Ayşe Ozdogan yek ji van girtiyane. Li şûna ku li nexweşxanê bê dermankirin, niha di girtîgehê de ye. Kesên li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê qetlîam kirin li derve de ne, lê Ozdogan a nexweşa penceşêrê di girtîgehê de ye. Divê, hin ji vê zilmê re bêjin êdî bese. Bi hişmendiya marê dest min nede, bila hezar salî bijî, ev pêvajo wê dewam bike. Hemû kesên xwedî wijdan, divê bêjin êdî bese.”
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya civakî jî wêneyê nexweşa giran Ayşe Ozdogan a li Girtîgeha Tîpa L a Doşemealti ya Antalyayê dimîne parve kiriye û ev peyam daye: “Daraz riziya, sekna bi sinc û nirxên bi exlaq tune kirin. Li Qesra Edaletê ya Rihayê, hîna jî serdest tên parastin. Kesên li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujî kirin li derve de ne, Ayşe Ozdogan a nexweşa penceşêrê, di girtîgehê de ye.”
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû. Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû.(AY)