Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, pasevan û xizmên parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Îbharîm Halîl Yildizî di 14ê Hezîrana 2018ê de êrîşî malbata Şenyaşarî kiribûn. Di encamê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarî hatibûn kuştin.
Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşarî li ber avahiya Edliyeya Rihayê 681 roj in dewam dike.
Ferît Şenyaşar têkildarî danişîna ewil a doza “Komkujiya Nexweşxaneyê” ku 2 jê girtî 19 kes jê tên darizandin û duh li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê hate dîtin ji ajansa me re axivî.
Iddianame faîlan diparêze
Şenyaşar, bi bîr xistiye ku yek ji daxwaza wan destpêkirina darizandina têkildarî komkujiya li nexweşxaneyê û berdana birayê wî yê girtî Fadil Şenyaşar e û anîye ziman ku danişîna ewil a dozê duh hate dîtin. Şenyaşar, têkildarî danişînê ev tişt gotin: “Îdianame li Rihayê hate amadekirin û îdianame li ser derxistina paqijiyê ya faîlan e. Li gorî îfadeyên şahidan jî li wir sûcekî mirovahiyê hatiye kirin lê navê kesê derbas nabe.”
Şenyaşar, daye zanîn ku Yekitiya Baroyan a Tirkan (TBB), rêxistinên hiqûqê û serokên baroyên herêmê bi rêveberiyên xwe re tev li danişîna duh bûn û bi bîr xistiye ku nûnerên partiyên siyasî jî weke çavdêr beşdar bûn. Şenyaşar bi lêv kiriye ku pêşketina herî mezin a di dozê de ew bû ku Wezareta Tenduristiyê jî piştî 4 sal û nîvan bû aliyekî doza ku hatiye vekirin û wiha gotiye: “Di danişînê de wezîfedarên Wezareta Tenduristiyê li cem me rûniştin. Têkildarî tahribata li nexweşxaneyê hate kirin û şikandina camên ambûlansê ya bi kevirê parkeye, gilî kirin. Wezareta Tendirustiyê cara yekemîne bûye aliyekî vê dozê ku ji bo me pêşketineke bi hêvî ye.”
“Em dest ji edaletê bernadin”
Şenyaşar, anî ziman ku şandeya ku darizandinê dike biçek be jî baweriya wî ya biedaletê zêde kiriye û ev tişt gotin: “Daxwaza me ya têkildarî komkujiya nexweşxaneyê de ku hemû xebatkarên tenduristiyê û bijîşk bên guhdarkirin hate qebûlkirin. Tevî vê şandeyê bi me da hîskirin ku bi awayekî hiqûqî dixwaze tiştekî bike. Vê jî baweriya me ya bi edaletê zêde kir. Elbet ji ber naveroka îdianameyê vala bû têkildarî vê ji Wezareta Tenduristiyê, miduriyeta polîsan û serbijîşkê nexweşxaneyê re nivîs nivîsandin. Têkildarî qeydên kamerayên ewlehiyê yên li nexweşxaneyê ji miduriyeta polîsan rapor xwest. Em bawer dikin ku wê qeydên kamerayan rojekê derkevin holê. Ev qeyd nehatine dizîn ji ber ku dema komkujiyê bi sedan polîs li nexweşxaneyê bûn.”
Şenyaşar, diyar kiriye ku bi hêvî ne û wiha berdewam kir: “Em ê dest ji daxwaza edaletê bernedin. Heta ku daxwaza me ya duyemîn jî were qebûlkirin em ê li ber edliyeyê bin. Heke birayê me yê girtî jî were berdan em ê dest ji nobeta xwe berdin û bi parêzerên xwe re pêvajoya hiqûqî bişopînin.”
Bixwîne-Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatine desteserkirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar hatiye desteserkirin
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû.
Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. (EMK/AY)