Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, pasevan û xizmên parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Îbharîm Halîl Yildizî di 14ê Hezîrana 2018ê de êrîşî malbata Şenyaşarî kiribûn. Di encamê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarî hatibûn kuştin.
Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşarî li ber avahiya Edliyeya Rihayê 686 roj in dewam dike.
Malbatê li ber edlîyeyê bang kiriye
Li gorî nûçeya JinNewsê Ferît Şenyaşar ê li ber edliyeyê axiviye û bal kişandiye ser dema ku bi ser komkujiyê re derbas bûye û wiha gotiye: “4 sal û nîv in bêhiqûqî û bêedaletî heye. Li vî welatî Wezîrekî Dadê heye. Em ji vir bang li Wezîrê Dadê dikin; vê bêhiqûqî û bêedaletiyê ne tenê Riha hemû Tirkiye dizane. Ne qanûnên heyî fermana serdestan pêk tê. Divê demildest ji Desteya Dadger û Dozgeran (HSK) mufetîş bên vir. Divê bêhiqûqiya li vir bişopînin. Divê qêrîna edaletê ya vê dayika ku du zarokên xwe û hevjînê xwe winda kirin û kurekî wê jî neheqî li girtîgehê ye bê bihîstin. Divê ev bê edaletî ji holê bê rakirin.”
Bixwîne-Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatine desteserkirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar hatiye desteserkirin
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû.
Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. (EMK/AY)