Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di derbarê kuştina Hrant Dînk, Berpirsê Giştî yê Weşanê yê Rojnameya Agosê de ji bo neh kesên ku dihatin dadkirin roja 17ê Tirmeha 2019an biryar hatibûn dayîn.
Danişîna li Dadgeha Cezaya Giran a 14emin a Stenbolê çê bûye. Heyeta dadgehê beriya niha biryar da bû ku “rêxistin tune ye” lê di danişîna 17ê Tîrmehê de biryara xwe guherandiye û gotiye “rêxistin heye”. Dadgehê di navbera 99 sal û 6 meh, 2 sal û 6 mehan de cezayê girtinê daye bergumanan.
Li gorî vê biryarê 99 sal û 6 meh cezayê girtinê li Erhan Tûncelî, 2 sal û 6 meh cezayê girtinê li Ogun Samastî, 7 sal û 6 meh cezayê girtinê li Yasin Hayalî, 14 sal û 22 roj cezayê girtinê li Zeynel Abîdîn Yavûzî, 16 sal û 10 meh û 15 roj cezayê girtinê li Tûncay Uzundalî birî bû. Dadgehê ji bo Salih Hacioglu û Osman Hayalî jî biryara bereatê daye.
Parêzer Hakan Bakircioglu di dema dadgehê de diyar kiribû ku divê ne ji ber “rêxistina sûcan a çekdarî” lê ji ber “rêxistina terora çekdarî” bên cezakirin.
"Dîvê ji ber endamtiya rêxistina terorê ya çekdarî ceza bihata dayîn"
Bakircioglûyî destnîşan kiribû ku bergumanan “bi avakirina rêxistinê re xwestiye sîstema destûrî ji holê rakin.”
Bakircioglû ji rojnameya Agosê re wiha gotiye:
“Digel ku têkiliyeke rasterast di navbera wan tiştên ku heta pêvajoya kuştinê pêk hatine û kuştinê de heye, jêpirsîna van tiştên ku heta pêvajoya kuştinê pêk hatine nehatiye kirin. Têkiliyên kujeri bi awayekî bibandor nehatiye derxistin. Digel delîlan jî îdianame ji bo beşek karmendên dewletê nehatiye amadekirin ku beşdarî kuştina Dînkî bûne.
“Ji ber wê ye ku di doza ku 14em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê de bi awayekî giştî dadkirin pêk nehatiye û heke di doza ku wê li 14em DCGyê berdewam bike de heman kêmasî hebin, ev tê wateya ku wê dadkirineke giştî pêk neyê.
“Heke ji bo serlêdana me ya 27ê Gulana 2016ê ya me kiriye, Dadgeha Destûrî biryarê bide û bibêje zerer heye, Dozgeriya Stenbolê jêpirsîneke bibandor pêk bîne, xwebigihînin rêveberên jor ên rêxistinê û têkiliyên wan, îdianame derbarê wan karmendên dewletê de bê amadekirin ku digel delîlan jî îdianame ji bo wan nehatibû amadekirin, wê gavê tê wateya ku wê dadkirineke giştî pêk were.”
Bakircioglûyî destnîşan kiriye ku Yasin Hayal û Erhan Tuncel jî di nav de divê ji bo 9 kesan ji ber endamtiya rêxistina terorê ya çekdarî ceza bihata dayîn. (HA/DD/FD)
*Dilek Durgunê ev nûçe çêkiriye